politik · 2019-12-17 · ean jacques rousseau dibêje, “ew mirovê ku di dîrokê de cara yekê...

16
KOVARA 3 HEFTANE YA WÊJE HUNER Û RAMANÊ 14 Kanûn 2019 Şemî HEJMAR: 272 Politik S î n o r Wêne: Ercan Altuntaş

Upload: others

Post on 12-Jan-2020

35 views

Category:

Documents


8 download

TRANSCRIPT

KOVARA 3 HEFTANE YA WÊJE HUNER Û RAMANÊ

14 Kanûn 2019 Şemî

HEJMAR: 272Politik

S î

n o

r

Wêne: Ercan Altuntaş

Medya Presse-und Werbeagentur GmbH [email protected]: Geschäftsführer: Ahmet Yücedağ Ver. Redakteur: Özgür ReçberlikHans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg

Farzad Ariannejad hem bala zarokan biriye ser ka-meraya xwe hem jî tevî wan wêneyê yeka ku dev jilîstika xwe bernedaye jî girtiye. Meraqa zarokan ûlîstika di wêne de weke çiya qehîm bûne.

Kelly Eotonê ziya-reteke bûdîstan bipaçên rengîn û bi çi-yayên serspî di navakadraja xwe de he-wandiye û nîşanî medide ku ziyaret weketêgeh û weke dîmendişibin hev.

3

Di vî çaxê me de mîtosekheye: -xebero- her kesdiçe her deverê. Her kes

-xebero- ji cihê xwe bûye û wekeku ji destpêka mirovahiyê ve evparçeyekî xwezaya mirovahiyê yêbivênevê be. Bêsînorî, jidesthilati-yêxilaskirin û yên din retorîkeketêra xwe belav e. Gelek ji van jî jê-hatî van îdîayan dikin; her kesêxizan dîn dibe ji bo xwe bigihîne YE yan jî DYE’yê,yê ku çû wir jî bi xweşhalî dijî, bi ser halan de wekeku sîstemên xweşhaliyê yên civakî û dewletan îstîs-mar dikin jî wî kesî nîşan didin. Ya xuya ew e kudewlet hemû, bi wan kesan re ku bi koçberiyê we-latên xwe guhertine, miamela kesên “xiyanet biwelatê xwe re kirî” dikin.

Tevahiya maneyên jicihêxwebûnê li nav hev tênxistin û mane bi xwe ji cihê xwe tê kirin, mîtosa“bêsînorbûnê” bi qalibên berxwuriyê tê pîvan; pirrîcaran em êdî nabînin ku behremendiya pirrcarîanalîzkirina vê tevgera di nava welatan de lazim e:Ji cihê xwe çûn/bûn/koçber bûn, esas meseleyekeji pirr nêz ve elaqedarî çînî ye. Weke nimûne çûnû-hatinên xwendekarên zanîngehan, ya karkerên ku-walîfiye û nekuwalîfiye, koçberiyên encamajicihûwarkirina xelkê û heta bi salên 1990’î koçberi-yên sedema wan aborî... ha li ser van pirr kêm xe-batên akademîk hene. Li ser karakterê çînî yêkoçberiyan û sirgunê hîna divê gelek lêkolîn bê

kirin. Li ser xizaniya li nav Ewrûpa û here-ketên koçberiyê, koçberiya berstûkspi-yan û yên din jî ji wan mijaran in ku divêbên lêkolan.

Bijartina cihê ku mirov lê bijîn ji mafêmirovan ê bivênevê ye. Lê belê, roja meya îro ji bo miletan pirr zehmet e ku kari-bin mafê xwe yên manê û çûnê bi azadîhilbijêrin. Qedexeyên koçberiyê her diçezêdetir dibin. Milet di navbera zilma

man û jiyanê, û zalimiya çûn û tinehesibandinê deher diçe bêhtir tên guvaştin.

Hem asteng hem jî derfetMirov gotinekê li ser sînor bike, sînorî fêm û ma-

nedar bike, esas ev yekser amûreke parçekirinaaliyên herêmî yê radîkalbûna siyasî ya li dinyayêye. Maneyên cihê yên sînorî îşaret bi aliyê dualî-bûna sînor a bi sedsalan dike: Sînor hem astengdike û hem jî derfetek e.

Sînor û her tişta li ser tê gotin, wiha xuya dikeku hema hema li tevahiya dinyayê van demên da-wiyê bûne qurbanî zêdegaviya hêsanîker (redûk-siyonîst) a medya û siyaseta mainstream. Gelekgotûbêjên siyasî û yên raya giştî meseleya sînorberepaş dibin û digihînin fikreke neteweperest,navenddewlet û retorîkeke populîst. Pê re jî teva-hiya minaqeşeyên li ser sinor hemûyan dadixinmeseleya îdarekirina sînor û ewlekariyê. Sînor ca-reke din bi hişkî û sembolên serdema avakirina

netewe dewletan tê minaqeşekirin. Xwe li ma-deyê asêkirina sînor jî her diçe bêhtir bi sînorênher diçe hişktir dibin, tê rewakirin. Heta bi dîwa-rên bilind dibin, nirxê sînor û welêt dixin çavênmirovan û ji nû ve li ser wan ferz dikin ku hilbijar-tina “yan li derve yan jî li hundir de be” bikin.

Sînor retorîkek e ku terîf dike, ji nû ve netewe-perestiyê û xwegirtina li derve, lidervehiştinê ûdijmin dîtina temamê kesên lidervehiştî ji xwe redike esas. Ew jî di heman demê de esasê ji nû veafirandina naratîva (vegotina) yek miletî ye bi xêradijminîhevkirina ‘em û ew’. Yanî rewş êdî ecêb di-şibe hişkiya qonaxa damezrandina netewe dew-letan di destpêka salên 1900’î de.

Gava ku miletên dinyayê li ber vê neteweperes-tiya nû ya mişt şidet e, radibin, du tehlûkeyênmaddî tên pêşberî wan: Sînorên milet û welat ûew kesên ku gef in ji bo van sînoran. Van pêlansembolên van gefan jî penaber û tundraw in. Go-tarên populîst meydanên desthilatdariyê dagirkirin û ji nû ve ruh bi nasnameyên mekanî û nete-weperest ve hat; van herduyan kir ku jihevqutbû-nên nû çêbin, di heman demê de jî sînor ji boajandayên siyasî populîst bûn çavkaniyên darîçavû sembolîk.

Siyasetên mekanî veder dikin, têkiliyên di nav-bera demokrasî û mekên de ji nû ve terîf dikin; pêre jî naratîvên li ser cih û vederkirina yên din jî herdiçe bêhtir endîşeyan û bawerîpêneanînên onto-lojîk derdixin pêş.

Babeta guherbar a sînor û nihîlîzma muqtedîran a ku exlaqî tine dihesibîne

H.Neşe Özgen*

◗ Roja me ya îro ji bo mile-tan pirr zehmet e ku ka-ribin mafê xwe yênmanê û çûnê bi azadîhilbijêrin. Qedexeyênkoçberiyê her diçe zêde-tir dibin. Milet di navberazilma man û jiyanê, û za-limiya çûn û tinehesi-bandinê de her diçebêhtir tên guvaştin.

4

Bi wî rengî ku minaqeşeyên li ser sînor û desthi-latê êdî ji mêj e ku dûr in ji wan minaqeşêyênbêhnfirehker ên weke “derfeta îhtîmala hebûna al-ternatîfên sînorên neteweyî” yan jî bayên ji derveyên azadiyê, qebûla siyasî û desthilatiyên pirrî. Êdîem beramberî tiştekî wisa ne ku seyarbûn û bedenher diçe bêhtir dibin nirxên guhêzbar.

Sînor û maneyên wê weke desthilatdariyê diguherinBeriya bi panzdeh salan li Tirkiyeyê lêkolîneke

civaknasiyê ya rexnegirê sînor be, lêkolîna li sersînor, girtina wêneyê sînor û rexnekirina sînorqedexe bû: Lewma sînor herêmên eskerî ne û livan herêman ew terîfkirinên ka karê mirovekdike kengî dibe eşkerekirina sirra dewletê, pirrzelûl û nediyar e. Ev jî nîşanî me dide ku sînor netenê têl, meydanên mayinlêraxistî yan jî derî ne,berevajî wan, ew heremek-bihurbariyek-niçikbû-nek e yan jî bi tena serê xwe mekanek (space) e.Bi wî rengî ku sînorên ku xetên bihurîna sînor nediyar in, sînorên hişktir, tûjtir û bêhtir cezaker in.Nimûneya vê jî sînorê Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ye.Sînorên di nava wê de ji bo kesên destûra YE’yêwergirtî serbest in, lê ji bo yên ku li derveyî vêne, ecêb girtî ne. Bi vê maneya xwe sînorên YE’yêewqasî bilind in ku mirov nikare bi retorîkê jî jiwan bibihure: Timî ew îhtîmala “neşarezabûn”,“terorîstbûn” û “raşehitîbûnê” dikare bê ser we.Lê belê helbet ziman, kilît û şîfreyên din ên kudikarin ji her sînorî bibihurin helbet hene: Hesa-bên bankayan, danheva pereyên qaçax/reş, tev-nên xurt ên bazarên siyasî yan jî bi awayekî besît“tenê beden”. Heger hêza mirovekî nebe ku sî-norî bi hevkariya dewletan derbas bike, hingêew dikare weke penaberê “raşehitî û hednezan”li devereke li ser rêya sê hezar salî ya Romayê(Via Egnatia) li ser sînorê Bulxaristan-Mecaris-tan-Romanyayê di sermaya di bin sifirê re 20 pi-leyî de terkî mirinê bê kirin yan jî li bajarê Calaisyê ser bi Fransayê zivistanekê di nava konê xwede bê şewitandin. Bi vî awayî desthilatdarî ûhêza wê ya siyasî di ser bedenên mirî yên pena-beran re xwe ji nû ve ezîm dike.

Sînor û maneyên wê guherîn dewletê jî xwe heyî kirDi nava panzdeh salên ez bi sînor daketî de qe-

dexeyên berê min behsa wan kir dewam kirin, lêbelê teşeyê sînoran, manedarkirina wan, mekanênwan û terîfa welatiyê ku dikeve nava welêt guherîn.Sînor weke ku weke xwe bin, xuya dikirin, lê tiştênku me behsa wan dikir û sembolên sînor diyardikin, kesên ku sînor diparêzin û yên ku zorê didinsînoran timî diguherîn.

Bi vî awayî dewletê bi salan xwe û cîranên xwe,dijminên xwe yên hundir û derve ji nû ve terîf kirinû her xwe li gelek waran heyî kir. Di vê demê desînor jî her ku em li ser peyivîn, dikete kirasekî kurewa dibû, xwe ji nû ve terîf dikir, pê re jî esasêwelat û welatîbûnê ava dikir. Kurt û Kurmancî sînormekanek bû û weke mekan, sînor ne weke nîşan-deyeke çandê bû lê berevajî vê, sînor bi xwe û liwêderkê bûna wî, cihê wî weke avaniyeke civakî yaku dikare bibe malzaroka wê fonksiyona civakî yaku welatîbûnê, çandê û siyasetê ji nû ve biafirîne, ûbi vî rengî xwe bi xwe û dewlet ji nû ve ava dikir.

Naxwe, sînor têgeheke mucered e, xetek eku stûriya wê nîne û du meydanên bi awayêncihê tên terîfkirin, yan jî aîdiyetên wan cihê ne, jihev qut dike. Yanî hebûneke wî ya maddî nîne: ”Jiber wê ye ku aîdiyeta dîwarê sînorî mucered dike,di nava şaristaniyan hemûyan de pirsgirêkên bêhesab ên hiqûqî çêkirine.” (Yerasimos, 1997-8: 36).Helbet, sînor, û serî û kevî ne meydanên şarista-niyê yên xalîhiştî ne. Berevajî vê li ser wan huk-mên têra xwe bi strukturkirî yên desthilatdariyê biya hember û bi ya hundir re hene.

Sînor û meydanên desthilatê yên ku wî afiran-dine û rewa kirine, di warê ezimandina yê ji hem-ber hatî de xwe disipêre wê yekê ka ji hiqûqaÎslamê û ya Romayê kîjan hatiye bijartin. Li vir wêne tiştekî beredayî be em têgeha Derrida ya nav-dar a Mêvan-ne-perwerî bi bîr bixin (binihêre liDerrida, 2012: 7-15). Li gorî wî: îbareya ‘Hiqûqadinyayê = hiqûqa kozmopolîtîk divê bi mercêngiştî yên mêvaniyê bê sînordarkirin’ jixwe ji serî vemijarên jihevcihêkirinê û mêvanperweriya bi şertû bêşert derdixe holê. Bi vî awayî jî bi girîngî îşaretbi lêpirsîna cihî ya li ser wê yekê tê kirin ku diyardike ka kî wê li hundir û kî li derve be, herwihaqaîdeyên hundir û derveyî malê diyar dike.

Weke No-mans’s Land welat?Sînor li her dera dinyayê ji nû ve hişk bûn û di

ser bedenên wan kesan re ku xwestin ji sînorî bi-bihurin rewabûna netewe dewletan her xurt bû.Heta di encama vê de serdemekê dest pê kir kusînor di nava ”welêt” de (Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Silo-piya, taxa Gazî, Taksîm û yên din) hatin çêkirin, diterîfkirinên welatîbûnê de guhertin çêbûn (îtaet,bîat, qebûlkirina bê pirs û yên din) û her ku çûxeta ”welêt” hemû veguherî herêmeke tampon(no-Mans’ Land).

Sînor hem semboleke ewqasî xurt e ku bi qebûlame diyar dike welatîbûna me li ku bi dawî dibe ûhem jî nîşandêreke herî muhim e ku nîşanî medide ka em li ku tên astengkirin. Lê belê tecrûbe-yên me yên heta roja îro vê nîşanî me didin: Dax-waza rakirina sînoran hema welê ji nîşandêrekepûç û vala û wê de nabe tiştekî din.

Jean Jacques Rousseau dibêje, “Ew mirovê ku di dîrokê de carayekê dora erdekî bi çîtekî girt, got ev der ya min e, û kariye miro-vên ewqasî safik peyda bike ku jê bawer bikin, ha ew mirov bû

avakerê bi rastî yê civaka modern. Hingê kesek rabûya, ew çît rakira, xen-dek tijî kira û paşê ji mirovan re jî bi qîrîn bigota, eman hîç guh nedin vîsextekarî, fêkî yên her kesî ne, erd ne yên ti kesî ne, û heger hûn vê ji bîrbikin xwedê wê ji we bistîne, hûn ê mehû bibin, ha wî mirovî wê cureyêmirovan ji gelek sûc, şer û kuştinan xilas bikira.” Hem hiqûqa Îslamî ûhem jî ya Romayê careke din weke tiştekî/eşyayekî li erd nenihêriye;hem ji bo bidestxistina wê, hem ji bo di dest de girtin û teserûfa wêhukmên cihê anîne. Weke nimûne, hiqûqa Îslamê, mafê milkiyetê bi go-tinên Hezretî Muhemmed, "Kî tiştekî hîna bi destê ti kesî neketiye, bidest bixe, ew tişt dibe ya wî kesî" (Ebû Dâvud, Îmâre, 36, H.Nr: 3071) avakiriye û bi îhyayê jî wê girêdide. Esmer b. Muderris piştî ku ev hedîsneqil kiriye, gotiye, "Çawa Hezretî Pêxember ev gotin kirin, her kesîberê xwe da derdorê, erdên ku dixwazin dagir bikin, bi gavan pîvan ûnîşan kirin." Unsûra îhyayê jî paşê li vê tê zêdekirin: "Kî erdekî mirî îhyabike, ew erd ê wî ye. Ji bo xwêdaneke neheq rijandî ti heq nîne." (Bu-hârî, Hars, 15; Ebû Dâvud, Îmâre, 37). Lê helbet milk di encamê de yêxwedê ye. Li aliyê din hiqûqa Romayê sînorên bikaranîn û sûdjêwer-girtinê bi sînorên meydana giştî (gelemperiyê) sînordar dike.

Milkiyet welat û sînor

◗ Minaqeşeyên li ser sînor ûdesthilatê êdî ji mêj e ku dûrin ji wan minaqeşêyênbêhnfirehker ên weke “der-feta îhtîmala hebûna alterna-tîfên sînorên neteweyî” yanjî bayên ji derve yên aza-diyê, qebûla siyasî û desthi-latiyên pirrî. Êdî emberamberî tiştekî wisa ne kuseyarbûn û beden her diçebêhtir dibin nirxên guhêz-bar.

5

Zarokên sînoran xwedî gelekbîranînên hay jixwe nebûyîne. Li dora wan gelek

bûyer diqewimin, li ber çavê wanmirov tên kuştin, xanî tên hilweşan-din, bajarek tê tinekirin, lê nizanin ûtênagihin ka çi diqewime. Kengî bixwe dihisin, hingî her liba toza lidora wan bi bayê kur radibe, ji hevderdixin. Zarokatiya me jî li Nisê-bînê wiha bû. Li dora me gelek bûyer diqewimîn, lêji bo me tenê ‘tirs’ bû. Bi awayekî xwezayî vê di me-zinbûna me de xwe da der û dide der.

Li cem me sînor nebû, tixûb nebû... Lê ‘têl’ hebû.Têl kujer bû, têl dijmin bû, têl tirs bû, têl xwezî bû,têl xeyal bû, têl hêvî bû. Jiyana li Nisêbînê ji têlan ûwir ve û ji têlan û vir ve bû. Em zarok, xwediyê tirsaxwe bûn. Yek ji hişyariya herî zêde me dibihîst ‘bi-nêrin nêzî têlan nebin ha’ bû. Lê hema bêjin, zaro-kan hemûyan guh nedida vê hişyariyê. Weke gelekdeverên Bakurê Kurdistanê li Nisêbînê jî zarokstûna debara mala xwe bûn.

Ew dijmin in neçin wirRojekê em 4 zarokên, ku şîranî difirotin, weke her

rojê me berê xwe da têlan. Li ser sînor, klûbeyên

nobetê yên eskerên dewleta Tirk a da-girker hebûn. Me şîranî difirot waneskeran. Her cara ku em diçûn, eske-rên dagirkeriya dewleta Tirk mîna kuhatibin hişyarkirin, em fêrî silavda-yîna leşkerî dikirin. Ew sonda nijad-perestî ku her şeveq li dibistanan bime didan xwendin, eskeran jî ji bopesnê me bidin ka kî xweştir dix-wîne, bi me dîsa dida xwendin. Lê

wê rojê ji rojên din cûda bû. Dema em çûn, me liklûbeya nobetê ya eskeran tenê eskerek dît. Herroj eskerek li jêr û eskerek li jor di nobetê debûn. Lê wê rojê tenê eskerek bû. Em çawa nêzîkbûn, ew eskerê her roj şîranî ji me dikirîn, da berçêr û sixêfên bi Tirkî. Em zarok ji ya xwe nehatinxwarê û me dixwest em şîraniya xwe bifiroşinwî eskerî. Em çiqasî nêzîk dibûn, dengê eskerê Tirkbilindtir dibû. Mezinê me 10 salî bû û ez hê 8 salîbûm. Dema em metroyekê nêzî têlan bûn, wî es-kerî berê sîleha xwe dame û deng jê deranî. Kevi-rekî li cem xwe avêt û dîsa berê sîleha xwe da serme. Me jî wê kêliyê da revê û şîraniyên di sêniyênme de hemû ketin erdê. Ji ber ku rex têlan firezeyapaqijkirî bû, şîraniyên me tev bûn ax û libên pûş. Bibayê bezê me hemû bêyî paqijkirinê avêtin ser sê-

niyan û em ji wir dûr ketin. Jineke emrê xwe zêde ne mezin jî ji dûr ve çavên

wê li ser me bûn. Dema em nêzî wê bûn, me me-sele fêm kir. Vê jinê ji me re got, hevalê vî eskerîşeva berî hatiye kuştin û ji ber vê ewçend li hem-berî me hêrs bûye. Ji kincên jinê diyar bû, ku ji taxaKoçeran a Nisêbînê bû û Botî bû. Bi dengekî bilindji me re got, ew dijmin e dijmin, careke din neçinwir û nêzî wir nebin.

Gava mesele sînor be, hûnê bibînin ku ne tenêaxaftinên wan kesên sînor diparêzin û ew ênku zorê li sînorî dikin, lê axaftinên xwe di ji-

yana rojane de didin der hemû amade ne ji serpêhati-yên bi sirr û raz, dekûdolabger, komploger yan jîtirsnak re. Jixwe, sînor meseleyeke wiha ye ku pirrmeyldarê sirrdarkirin û gewrekirinê, û bi rêya wanweke çîrok bê sêwirandinê ye. Hema piştî ku aliyek hatgirtin, babetên li ser sînorî hemû li aliyekî weke çîroktên sêwirandin, li aliyê din jî tên giştîkirin û pê re di-ruşmên stratejîst jî dikarin bên gotin. Lê ya rastî, sînorji pirsgirêkeke civakî û wê de, diyardeyeke sosyolojîk eku divê mirov li ser gotûbêjê bike. Yanî heger mirov

bêyî ku mirov bikeve ber bayekî ‘felsefeya pleb’ yan jîawirên nijadperest, neteweperest mirovî bidin berxwe, bixwaze bi meseleya sînor dakeve, bi rastî jî divêmirov nuqteyên mirov li wan bêhna xwe vede yênhênik peyda bike.

Sînor tişteyek, cihekî berbiçav ê pêşîlêgirtinê ye - kuderfeta qetûbirkirinê û di heman demê de dewamî-bûnê jî dide. Jixwe mirov gava li vê dinyayê bi yên dinre ne, ew bi tişteyan re jî ne. Jixwe, qetûbirbûna dewa-mîbûnê û îhtîmala bûna tiştekî sibe, dusibe, derfetaawirekeke etîk-siyasî (ethico-political) dide û bi vîrengî derfeteke siyasî dide ‘ez’î. Bi vî awayî sînor xweweke mekanekî ku dikare wî şensê hevditîna bi yêndin re bide, heyî dike, lê belê li aliyekî jî derfeta tişte-yekbûn û cihekbûnê tenê nade ‘ez’î û di nava xwe deastengiyên xwe yên ethico-political dihewîne.

Sînor ku der e?

Selman Aslan

Gava ku me îdrak kir ku me têkiliya xwe bi´cih´an re gava ku me ew veguherandin erseyan ûli milkê dewletê qeyd kir, yanî gava ku me îdrak kirku jiyana me ya ku cih e, me li milkê dewletê kiriyeerse, gava ku me îdrak kir ku biyanî, penaber neparçeyekî derveyî, berevajî vê ew mirovên hemancihîbûnê ne ku ev hezar sal in ji bo ku bibin şirîkêwê erseyê li odeya rawestanê tên ragirtin,

Ha li wê derê,Di wê bêcihûmilkiyê de, weke heman penabe-

ran em ê karibin sînor hilweşînin.

Çavkanî : ✓ Agamben, G. 2001. Kutsal İnsan: Egemen İkti-

dar ve Çıplak Hayat. Ayrıntı Yay., Stenbol✓ Derrida, J. 2012. Jacques Derrida ile Birlikte:

Pera Peras Poros. İş Bankası Kültür Yay.  ✓ Elden. S. 2012. “How Should We Do the His-

tory of Territory?”. Territory, Politics, Governance,2013http://dx.doi.org/10.1080/21622671.2012.733317✓ Özgen. N. 2013. “Egemenlik Kavramındaki De-

ğişmeler” . Workshop on Turkey’s Migration Policyfrom 2002 to 2012: An Assessment of the AKP’sReforms. http://neseozgen.net/wp-content/uplo-ads/Egemenlik-Kavram%C4%B1ndaki-De%C4%9Fi%C5%9Fimler-.pdf

✓ Yerasimos, S. 1997-8. “Sınır, Uç ve Duvar”. FOL-7, MO Yayıncılık, İstanbul. ✓ Duke University, Cultural Anthropology De-

partment, Durham. NC. US.. Ev nivîs li ser esasê ni-vîsa min a bi navê “Mültecilik(Penaberî)” ya dikovara Yol Dergisi de sala 2017’an derçûyî ji nû vehat nivîsandin. [email protected]

* Li Zanîngeha Duke, di Beşa AntropolojiyaÇandî de ye, li Durham. NC ya DYE´yê. Ev nivîs li seresasê nivîsa min a bi navê “Mültecilik(Penaberî)”ya di kovara Yol Dergisi de sala 2017’an derçûyî jinû ve hat nivîsandin.

Çîrokeke sînor û dijmin

6

Herçî mefhûma sînor e, hem têkiliya wê biwê re û hem jî têkiliya wê bi estetîkê rehem bi pirsgirêk û girift e, hem jî di pey-

wenda xwe de îcbarî ye. Jixwe, herdu mefhûm jî dinava rastiya xwe ya çêkirî de xwedî gelek peywen-dên nayên jimarê yên taybet in û îşaret bi gelek ne-diyariyan dikin. Lê belê, hin caran muhafezekirinazelûliyê dike ku em keysên xweş li wê yekê bînin kuem li mefhûma rastiyê ya roja me ya îro ya ku ma-neya wê tine bûye/hatiye tinekirin, serwext bibin. Jiber ku, erê, bi maneyên xwe yên cihê hember û ber-berekî xwe yê têgehî hebe jî, weke diyarde ew nedi-yar e. Weke tegeha dirêjiyê, têgeha sînor jî deriyênxwe li bêdawîbûnê vedike. Di têkilîdanêriya xwe yaku di nava bêdawîbûnê de bi tişte û nîgaşên din resînor dîsa li nava wan rawestgehên piçûk ên ku wî dihundirê xwe de avakirine, derfetê çêdike ji bo sîno-rên nû. Ev derfet di heman demê de îşaret bi bêsîno-riyeke bi dawî dike ya ku di nava sînorî bi xwe dedîwaran lê dike.

Herçî alimên dîn bûn, di serdema navîn de nexa-sim li Ewrûpayê ji bo ku xwedê rave bikin rêbazekewan hebû: “via negativa!” Vê rêbazê yekser xwedarave nedikir. Bêhtir bi awayekî ne yekser, yanî bi ber-sivên ji bo pirsên ka xwedê ne çi ye, zanîna li serxwedê datanî holê. Bi maneya xwe za modern a rojame ya îro ev analojiyek e ku teqabilî diyalektîka ne-gatîf a Adornoîst dike. Di nava peywenda xwe ya es-tetîk/fikrî de ew têkiliya ku têgeha sînor bi estetîkêre datîne ronî dike. Di encamê de di lêlat û rastekafelsefî, îdeolojîk û zimanî de estetîk di nava hawîrdorû navgînbûnekê de ye û li seriyekî vê navgînbûnêdîsa di nava kanal û coyên bi dawî yên sînorê bêdawî de ji xwe re cih çêdike. Ev pêrgîhevhatin di fel-sefeyê de weke têgeha cewher û xwebûna hebûnêdarîçavî me dibe. Herçî bersiva herî sade ye ku mirovbide cewherê hebûnê/heyînê, ya Hegel bi xwe ye:Sînor. Bi maneyeke din, di wê rêwîtiyê de ku giyanîbi nakirina dijber/hemberê xwe dayê ber xwe, giyanvediguhere wê yekbûna bêqisûr a ku wî di nava xwede ava kiriye. Jixwe, her têgeha xwe bera nava kûra-hiya nehîtî ya hizrê dide, bi du formên ji hev cihê rê-wîtiya xwe dewam dikin. Yan ew ê wek fenomenekeçandî û çînî (şert û mercên hebûna maddî) ji bo pê-kanîna utopyaya ew lê digere, ew ê gaveke berçavbiavêje, yan jî ew ê bikeve nava pêvajoya lêgerînê bixwe, yanî bibe parçeyekî yekê ji hêviyên xwe yênzelûl.

Weke bangeke azadiyê ya subjektîfWeke miletên din, Kurd jî hem weke netewe û

hem jî weke çîn bi xislet û taybetmendiyên xwedexlî xwendin û şiroveyên dîrokê bûn û hîna jî dibin.Ev demeke dirêj e ku bi “hesreta dinyayeke din” in;hem ev hesret û hem jî hesretên wan ên din ên ku jiber rastiya wan a dîrokî wan ne tenê siyasî lê herwiha di warên huner, wêje û gelek disîplînên din ênçandî de bi şîfre û sembolên din xuya û darîçav bûn.Heger teşbîh qisûrê neke, her ferdê li her çar parçe-yan bû pişt ji bo wan sînorên wan pişta xwe dayê;ew bûn rengê hevpar ên zêmar û kilamên ji aliyên

din ê sînor hatîn. Di nava sedsaleke bihurî de bi pir-ranî bi serpêhatiyên devkî sînor manedar bû. Meta-fora sînor bi peyvê dema xwe berda, lê van demêndawiyê van peyvan şûna xwe da dîmenan. Bidîmenan re têgeha sînor a ku di rêûresmapeyvê de bi ser sêwirandina xwe ya ma-neyî ve dibû, êdî weke amûreke vego-tinê ya sêdîmenziyonî di nava dinyayasêwirandî ya estetîk û hunerî de cih jixwe re çêkir. Lê belê, xwegihandina ya he-qîqî, îfadekirina ya rastî, nexasim jî li cograf-yaya Kurdan hema hema ne mumkin e bêyî kumirov li bin guhê ‘sînor’ yan jî ‘sînoran’ bikeve. Ha divê peywendê de mefhûma sînor di wêje û sînemayaKurdî de di berîkên binkiraskên estetîkê de ku ew bixwe jî li daxwazên siyasî û îdeolojîk hatine şîfrekirin,weke ‘bangeke subjektîf a azadiyê’ manedar bû.

Sînor berdêl û parçekirina yekêDi têkilîdanêriya ya sêwirandî û rastiyê de estetîk

û sînorî nexasim i di filmên Kurdî de ji xwe re mey-daneke mezin a nîgaşî û xeyalî çêkir. Yek ji xisletênherî muhim ên ku êdî bûne karakterîstîk ji bo sîne-maya Kurdî de îşaretkirinên bi mefhûma sînor in kubi metaforên cihê tên kirin. Filma ‘Katêk bo mestiyîespekan’ a derhêner Behmen Qubadî a sala 1999’anyek ji nimûneyên tîpîk ên vê yekê ye. Ji karakterênsereke yên filmê Eyûb ji bo ku birayê xwe yê seqetderman bike, ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî BaşûrêKurdistanê dibe. Sînor li vir hem weke bangeke si-yasî ya ji bo pêlkirina/derbaskirina sînorên siyasî yênweke xet kişandî li ber çavên me bi gewde dibe,hem jî berdêla giran a maddî ya encamên van sîno-rên çêkirî di jiyana rojane de radixe ber çavan. Emheman rewşê di filma wî ya sala 2002’yan ‘Stranênwelatê min’ (yan jî ‘Li Iraqî wenda’) de jî dibînin.Mîrza muzîkjenekî kal e. Kurên wî Odeh û Berat didinrêyekê: rêya gerîna li Henareyê, jina ku beriya bi bîs-tûsê salan dev ji Mîrzayî berdayî. Helbet li aliyê din êsînor, yanî ji Rojhilatê Kurdistanê (Îranê) ber bi Ba-şûrê Kurdistanê (Iraq) ve diçin. Ew mirovên di dîme-nên li herdu aliyên sînor de nêzî hev in; êşên wan,zimanê wan, serpêhatiyên wan, rabihuriya wan û ji-yana wan yek û heman e.

Bi heman rengî Hiner Salim ê li Fransayê dimîne, difilmên xwe de bi têgeha sînor dadikeve. Ev derhênerserketî teferûatên estetîka sînemayê bi kar tîne û jêtê ku hêviyên siyasî bi dengê drametîk ê perdeya spîre bike yek. ‘Kilometre Zero’ û ‘Dol’ du filmên wî neku ji mînakên estetîka sînemayê yên girift û gêjker inû derfetê didin mirovî ku li dramaya sînor li tebeqe-yên cihê bifikire. Herçî Kazim Oz e, wî rahiştiye ney-

nikê û li serpê-hatiyên Kurdên

Bakurê Kurdistanê(Tirkiye) digire û bi wê

neynikê wan nîşan dide. Ew para bêhtir berê xwedide bîr û hafizeyên kolektîf. Ew temayên jiyanabajêr, koçberî, sirgûn, têkoşîn, abora rojane, û xemênrabihuriyê û siberojê bi kar tîne, bi awayekî ne yekserîşaret bi sînorên hundirê mirovan ên insanî yên dax-dayî dike. Filma sala 1992’yan a Nîzamettîn Ariç a binavê ‘Klamek ji bo Beko’ jî sînor li pêşberî me datîne.Beko ji bo ku li birayê xwe yê xwe gihandiye çiyayanCemal bigere, ji sînor dibihure. Ew pêşî diçe RojavayêKurdistanê (Sûrî) û ji wir jî paşê diçe Başûrê Kurdis-tanê. Bi giştî di filmên li ser mijara sînor de kolber,gundên valakirî, mirovên ji ber teqîna mayinan mirîyan jî seqetmayî hene. Nimûneya herî xurt a van tiş-tan jî filma Behman Qubadî ya sala 2004’an ‘Kusî jîdikarin bifirin’ e.

Tenê li ser sînor xwe li malê hîs dikimEw serpêhatiyên caran li ser pişta dengbêjan ji sî-

norekî diçûn sînorekî din, di estetîka sînemayê de bûxwedî teşe û niha di nava wê de hem di warê nave-rokê de û hem jî di warê teşe de ketiye nava lêgerî-nekê. Herçî tişta ev lêgerîn îşaret pê dike ji sînorêncografî û wê de, sînorên siyasî ne ku jiyanên rojanaher roj kontrol dikin. Ji ber wê jî jixwe rêya ku bi te-beqeyên cihê yên maneyê wê kudandî, dike estetîkhewce bibîne ku di nava dinyaya nîgaş û xeyalê denexasim di hembêza estetîka siyasîbûyî de ji nû vexwe bixe ber lêpirsînê. Çavkaniya her nîgaşa li ras-tiya xeyalî hatiye zêdekirin li teşeyê dîtin/vegotinêyê hunermend yan jî derhêner bikeve jî ew rastiyanikare di sere biqevêze û biçe, dîsa civak bi xwe ye.Sînor bi vî awa û maneya xwe ji bo Kurdan ne tenêxetek e ku nahêle ew hesretên xwe bikin yek, ew diheman demê de mala wan e ku ev demeke dirêj e têde dimînin, û tê de çîrok û serpêhatiyên xwe berhevdikin. Çawa ku şair û wêjevanê Elman Alfred Guldendi kitêba xwe ya bi navê ‘Wêjeya Sînor’ de dibêje,“Tenê li ser sînor ez xwe li malê hîs dikim.”

◗ Sînor ji bo Kurdan ne tenê xetek e ku nahêle ew hes-retên xwe bikin yek, ew di heman demê de malawan e ku ev demeke dirêj e tê de dimînin, û tê deçîrok û serpêhatiyên xwe berhev dikin. Çawa ku şairû wêjevanê Elman Alfred Gulden di kitêba xwe ya binavê ‘Wêjeya Sînor’ de dibêje, “Tenê li ser sînor ezxwe li malê hîs dikim.”

Mefhûma sînor û estetîkê li cem Kurdan

ALÎ RIZA KILINÇ▼

7

Mejî weke çiyayekî agirîye. Her tim dikele, dipi-jeqe û dorê li xwe

fireh dike. Di navbera yekê û di-duyê de ye. Tevî ku mutesewifanxwedê yek dizanîn jî lê dîsa lidora hebûnên wî yên din digeri-yan û wan her hewl dida ew li he-qîqetê serwext bibin. Hinek caranli benda bayê bêndera xwediman. Kengî ba ji aliyê rast bihata bêndera xwe di-dêran. Belkî jî ya rast ew e, em bibêjin ew her li xwedigeriyan û bi nefsa xwe re di nava cîdalê de bûn.Di tefkîrê de kûr dibûn. Li ber xwe ti sînor û aqarnedidîtin derbas dikirin. Hin ji wan di nava vê bêsî-noriyê de wenda dibûn, diçûn û hin ji wan jî vedici-niqîn ka çend li dora xwe dîwar lêkirine û dizindana bi destê xwe deribandî de asê mane. Ji vêye, rêwiyên heqîqetê tenê ne, bi êş û azar in. Lin-gên wan qelişî û bi kul in. Dilên wan bi birîn in, ûbirînên wan her tim diaxivin.

Gelo mirov di zindana xwe de be, yan jî di zin-dana yên din de be? Gelo mirov ê xwe be; bidestê xwe be yan jî li ber deriyê xelkê; ne yê xwe ûwenda be. Çê û neçê, ji herduyan wêdetir jî li der-yayeke eşqê ya wenda! Gelo birûskên bişiqîn wê jiewrên avis baranê bibarînin û wê bayên rabinkeştiyê bigihînin menzîlê? Ma ne jixwe zehmetîew e, gelek sînor û tixûb hene. Dîsa dibe wîzewîzapirsan û gincola xwe li nava dil dialînin; me sînordi mejiyê xwe de danîne yan jî sînorên hatinedanîn me bi berbend dikin. Ev kirbendeyên li canû rewanê me dikevin, bi destê me ne yan jî bidestê kê ne? Em ê xwe ne? Em ê kê ne? Em kengîdibin ê xwe û em kengî ji destê xwe derdikevin?Dêran e, haho dêran e.

Sînor, xwedî û desthilatXwediyên sînoran hene, û ew xwedî

ne. Hêza wan heye, desthilat in, û li van ti-xûban xwe nîşan didin. Çawa ku Xwedaheye, xwediyê her tiştî ye; mal û milkhemû yê wî ye. Desthilat jî xwedî ne; malû milkê wan hene. Xwediyên sînoranbêzar dibin; ne tenê bêzar dibin têne xe-zebê wexta tu bikevî sînorên wan. Tu lihemberî wan bibî xwedî hêz bi te re şer

dikin, eger nikaribin bi te, tu bi wan re dibî cîran.Hûn dibin didu û belkî jî diduyê we yek e. Eger yekbi yê/ya din karibe, yê qaşo serketî li yê/ya daqur-tandî digere, her pê dihese tiştek kêm e, lê zehmet eku têbigihîje wî bi xwe beşekî ji xwe tine kiriye; netinekirin, em bibêjin, kiriye ku kiras biguhere.

Em berê xwe didin kîjan alî em li sînoran diqeli-bin. Bi vê jî em qala serbestiya xwe dikin. Bivênevêem mijara azadî û serbestiyê li ber hev digirin. Licihê sînor hebin, serbestî berbendkirî ye. Di navavan berbendan de çiqasî şensê azadiyê heye. Belkî jîdivê em berepaş jî bi ser mijarê de biçin û bipirsin,eger azadî nebîne meydana serbestiyê wê karibe biçi kirasî bimîne? Li nava sînorên bê sînoriyê emçawa karibin qala rastiyê bikin? Mirov bi ref û civakêxwe hene. Bi wan qala xwe dikin. Kom xwe bi hew-cedariyekê yek bi yê din pênase dike. Xet û xalên birizadilî têne danîn; bi wan rabûn û rûniştin dibe ûpêkan e ku pê sînorên heyî hilweşin? Gelo rizadilî ûnebirizadilî dikarin bi hev re bin weke diduyên dibinyek; weke rengekî li tîrêjê dikeve; diçirise û dibegelek reng?

Sînorên hest, fikr û civakîSînorên tirsê, fediyê, çilekiyê û ezeziyê nahêlin em

ji sînorê xwe derbas bikin. Belkî em ditirsin wexta

em sînorê xwe derbas bikin, em ê tine bibin. Êdî emê ne em bin. Em ê ne yê xwe bin! Belkî jî em wilo eli-mîne û newêrin ji qalikê xwe derkevin? Heye kutirsa me ji yên din ên weke me û ne weke me be.Dibe ku em ji xwe, ji rastiya xwe fedî bikin û em ji tî-rêjên rojê bibizdin? Yan jî çavê me bar nabe ku emqebûl bikin em weke her kesî û her tiştî ne? Xwedêzane, em li hespê kê suwar bûne yan jî xwesuwar-bûyî dihesibînin û di heqîqetê de em peya ne, ji berku me dev ji kerê xwe berdaye.

Em xwe û yên din; yên din û xwe di hêliya rastiyêde bibînin. Em bi qasî xwe bibînin wan jî bibînin.Gelekan bi yekê, yekê bi gelekan bibînin. Heq û he-qîqet, dad û dadwerî li gorî rêzik û pîvanên wekhevna, li gorî çi hewce ye, çi ne hewce ye, bêne danînwê sînorên dibin berbend rabin; xet û xalên li rûyêbedewê bêne danîn; rindî û delalî xwe li gorî dilanbifesilînin û biedelînin. Mîna Şeroyê Biro gotî; ewgogerçîna me ya xwe li Agirî daniye, per û bazkênwê quraxî û avî girtine, bi hilatina rojê xwe dawişîne,rabe bifikire li ezmanê xweşgerdenê.

Sînor û tixûb gelek in. Gelo yên me bin û ne yênme bin wê çi cudahiya wan hebe? Dibe ku em wisabifikirin; destê me û ne destên me yên bûne des-tên me. Fena ku ji me re bibêjin; mirov ne bi destêxwe be. Û heta mirov ne yê xwe be. Gelo pirsgirêkbi giştî sînor in, yan jî sînorên ne yên mirov in. Dîsamîna dengek ji nava dil bê û bibêje, hedê xwe za-nibe. Lê dengekî din dengê xwe li dengê din dike ûdibêje, êdî bes e, te bêhn li me çikandiye, bihêle embêhna xwe bi dilê xwe bidin. Heye ku ev gotinadawî ne bi temamî be jî hinekî merama me biguv-guvîne yan bibilîne. Qe nebe em karibin bi dilêxwe bêhna xwe bidin. Kengî me bi dilê xwe sîno-rên xwe danîn an jî rakirin, hingê em dikarin bibinyek û ji yeka xwe jî bibin gelek.

Em ê bibin yekJi yekê bibin gelek

◗ Hin ji wan di nava vê bêsînoriyê dewenda dibûn, diçûn û hin ji wan jîvediciniqîn ka çend li dora xwedîwar lêkirine û di zindana bi destêxwe deribandî de asê mane. Ji vêye, rêwiyên heqîqetê tenê ne, biêş û azar in. Lingên wan qelişî û bikul in. Dilên wan bi birîn in, û birî-nên wan her tim diaxivin.

◗ Li cihê sînor hebin, serbestî ber-bendkirî ye. Di nava van berben-dan de çiqasî şensê azadiyê heye.Belkî jî divê em berepaş jî bi sermijarê de biçin û bipirsin, egerazadî nebîne meydana serbestiyêwê karibe bi çi kirasî bimîne?

Rêşad SORGUL

8

Sînor li ser nexşeyê ew xet in yên ku dinyayêdi navbera welatan de dabeş dikin. Ewxetên ku xak, dewlet, gel, ziman, çand û ci-

vakan ji hev cuda dikin. Ew hemû jî mafê xwe yê he-bûnê di nava wan sînoran de rewa dikin. Bigotineke din, sînorên li dora wan, hebûn û berde-wamiya wan misoger dikin. Hebûna van sînoran jîbi qanûnên dewletî û navdewletî têne parastin. Evqanûn jî mîna sînoran, ji aliyê dewletan ve hatinedanîn. Bi teşbîheke pedagojîk yek dikare bibêje ku lixaniyan çawa tapûya kesan heye, li welatan jî ta-pûya dewletan heye.

Ji berê be têkiliya Kurdan bi sînoran re aloz e. Jiber ku sînorên di nav erdên Kurdistanê de bêyîxwestek û îradeya Kurdan hatine kişandin. Bêyî kumafê jiyanê ji Kurdan re bê nasîn, ev sînor li ser he-sabê hebûna Kurdan hatine kişandin. Weke mînakdagirkeran bêyî ku ji kalên me bipirsin, erdên wandesteser kirine û di wir de sînorên xwe bi têl û ma-yînan kişandine. Mînakên wiha heta bi belge û we-sîqe hene. Bi vî awayî ev sînor korsan hatine çêkirin.

Sînor weke amûrekî dijminatiya KurdanJi ber ku sînor ne yên Kurdan bi xwe ne, desthilat-

dariya wan jî ne di destê Kurdan de ye. Ji bo dewle-tên dagirker sînor serwerî, ji bo Kurdan sînorbextreşiyê îfade dikin. Ji ber vê Kurd dixwazin hetamimkun e, sînoran bêwate bikin. Dagîrker jî dixwa-zin van sînoran hîn qewîntir bikin. Têlên rêsayî, erdamayînkirî û ewqas qereqol bes nabîne, dîwaran jî lêdike. Bi vê jî qaîl nabe. Bi dagîrkirina herêmeke ber-fireh li aliyê din yê sînor re, dixwaze desthilatdariyaxwe ya li ser erda Kurdan yekcar xurt bike. Weke liEfrînê û niha li Serêkaniyê em dibînin, Tirkiye li de-vera ku dagîrkeriya xwe bi ser dixe pêşî êrişî zimanû sembolên mêjûyî yên Kurdan dike, çawa ku li şa-redariyên xespkirî yên li bakurê Kurdistanê jî dike.Ev ne dijminatiya Kurdan be, çi ye?

Kurd di welatê xwe de, di navbera weke mînakKobanî û Sirûcê, Qamişlo û Nisêbînê, Silopî û Zaxo,Gever û Mêrgewerê, Merîwan û Pêncwênê de, ni-karin bi serbestî herin û bên. Lê weke mînak dew-leta Tirkiye bi ”operasyonên piştsînorî” li başûrêKurdistanê, di şerê li dijî Kurdan de bi salan e ku ligorî hiqûqa navneteweyî sînoran binpê dike ûxelkê sîvîl bombe dike. Vê binpêkirina sînorî ji berku li ser axa Kurdan dike jê re serifiye. Yan na Tir-kiye nikarîbû bi salan herêma gelekî din bombe-baran bike. Li qada navneteweyî ew dê rastîhelwêstan bihataya. Lê heta niha dinyayê ji vêyekê re çavê xwe girtiye, nabîne, naxwaze bibîne.Heta niha ne li hesab û berjewendiyên wan e ku lihemberî Tirkiyê xwedî helwêsteke ciddî bin tevî kuvê carê piştgiriyeke rasterast nadinê jî.

Berxwedan zorê dide sînoranWeke mînak ne DYE ne jî YE´yê destek nedaye

dagîrkirina Rojava. Gelek welatên YE´yê derbas-bûna Tirkiye ya nav xaka Bakurê Sûriyê weke da-gîrkirin bi nav dikin û şermezar dikin. Ev bi sayaberxwedana YPG/YPJ´ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’êmimkun bûye. Bi rêya ragihandina çapemeniyanavneteweyî, raya giştî ya dinyayê leheng, tev-ger û gelê ku li Rojava li ber xwe dide, nas kiriye,jê re heyranî, rêz û sempatî çêbûye. Bêgûmanxebata dîplomatîk ya nûnerên Rojava û xwedî-derketineke neteweyî ya Kurdî jî bi awayekîerênî bandor li raya giştî ya cîhanê kiriye. Li se-ranserê cîhanê xwepêşandan û kampanyayênpiştgiriyê hatine lidarxistin yên ku didin xuyaki-rin ku Kurd bi tenê nînin. Di dîroka Kurdan depiştgiriyeke evqasî berfireh ya pirralî nehatiyedîtin. Îro gelek analîzkerên cihanê dibînin, dew-leta Tirk çawa hewl dide û dixwaze destketiyêngelê Kurd û pêkhateyên din têk bibe.

Sînor û qirkirinDewleta Tirkiyê bi balafirên şer, tank û top û

çekên kîmyewî tê, êrişî xelkê sîvîl û nûnertiya wîdike. Di serî de Kurd, Asûr û Ermen, bi sedhezaranmirov ji malên wan derdixe û neçarî koçê dike. Lişûna wan hejmarek zêde Ereb tîne bi cîh dike. Bivî awayî guhertina demografîk û qirkirinê dike.Guhertina demografîk ne tenê li nava Rojava bixwe, herwiha di navbera rojava û bakurê Kurdis-tanê de jî dike. Armanc ew e ku ”kemberekeErebî” di navbera Serxet û Binxetê de jî çêke. Biguhertina demografîk dixwaze ku herwiha Kur-dên herdû aliyên xetê jî yekcar ji hev biqetîne. Bihesabê sed salên li pêş, van tiştan dike.

Tirkiye ya ku li ser hişmendiya qirkirina Kurd ûgelên din ava bûye, bi vê êrişê, hewl dide ku sîs-tema pirretnîkî, pirrçandî, pirrolî û yeksan ya Rê-vebiriya Xweser ya Bakurê Sûriyê ji holê rake.Xetera ku ji bo xwe behsa wê dike jî ev e: Rêve-beriyeke demokratîk ya xwedî destûrekeke bin-gehîn ya ku mafên pêkhateyan hemûyandiparêze. Sîstemeke ku pêkvejiyana gelan esasdigire. Tirkiye ya ku li ser TEKperestiyê ava bûye,vê pirrengiyê ji xwe re weke xeter dibîne. Ji berku Kurd li serê xetê ango li bakurê Kurdistanê jîdoza mafên xwe dikin. Ji bo ku hebûna Kurdanqels bike, tine bihesibîne û heta tine jî bike, re-jîma Tirkiye tawanên li dijî mirovahiyê jî di navde rêbazan hemûyan, çekên kîmyewî jî di nav dealavan hemûyan bi kar tîne.

Baş e, divê em çi bikin da ku em karibin dil ûmejiyê xwe ji nava têlên rêsayî derînin? Divê emçi bikin da ku em karibin deriyên serbestî û aza-diyê vekin û derî li dagirkeriya dojehî bigirin?Divê em çi bikin van mayînan bi sînoran de bi-teqînin? Divê em çi bikin? Bila ev pirsên mebibin guhar û bazin bi me re bin.

◗ Tirkiye ya ku li ser hişmendiya qirkirina Kurd û gelên din ava bûye, bi vêêrişê, hewl dide ku sîstema pirretnîkî, pirrçandî, pirrolî û yeksan ya Rê-vebiriya Xweser ya Bakurê Sûriyê ji holê rake. Xetera ku ji bo xwe behsawê dike jî ev e: Rêveberiyeke demokratîk ya xwedî destûrekeke binge-hîn ya ku mafên pêkhateyan hemûyan diparêze.

Di peywenda çarenûsaKurdan de sînor

Sîdar YÎGÎT▼

9

Nisêbîn...Bajarê ku ez lê ji

dayik bûm û lê mezinbûm.

Ev bajar li kêleka Qa-mişlo ye. Ango Nisêbînû Qamişlo wekî ku tusêvekê bikî du telaş.Xewn û xeyalên me jîwilo bûn. Di navbera

me de tenê têl hebûn. Wan têlên rêsayî dilê me qe-laştibû û ketibû navbera me. Lê ti carî nebûbûsînor di navbera me de. Nîvê zarokatiya me li berwan têlan derbas bû. Di nava wan mayînên çandîde lîstikên me hebûn. Jixwe, ne karekî mirovênmezin bû ew têlên hatibûn danîn. Lewma jî ew dercihê lîstikên me bû. Her ji çendekî mayînek dite-qiya. Geh zarokekî jiyana xwe ji dest dida, geh jîseqet dima. Kesên malê wan li ber têlan bûn, derbaxwe ji wê parçebûnê xwaribûn. Herî zêde jî ew kesdiêşiyan. Ber têlan bûbû navenda teqînan. Bi wanteqînan re dawiya wan mayînan hat, lê ew têl ne-hatin rakirin. Wan têlan bedena me parçe dikir ûbirînên kûr vedikirin.

Evînên dilpayîzîDi nava stêrkên şevê de wê çawa wenda bibinEvînên dilpayîzî.Ma çîrokên evînperestan di tûrikan de têne veşartin !

Ev stran strana dengbêjên dilşewitî ye û didome...Bifikirin ku nîvê malbata we li aliyê din maye. Ali-

yekî têlan bûbû binxet, aliyê din jî serxet. Em bûbûnserxetî, ew jî bûbûn binxetî. Lê em malek bûn. Zimanême û gotinên me yek bûn. Dema ku dibû şev, şewqaQamişlo li Nisêbînê dibiriqî. Dema ku li Nisêbînê da-wetek hebûya li Qamişlo dihat bihîstin. Kesên ew têldanîbûn, ha wan digot, ev der sînor e. Lê sînor ji me retinebû. Ma di navbera xwişk û birayan de sînor heye.Ma di nava bajarekî de sînor heye gelo?

Çûnûhatin û çîrokên wêDîsa bû req reqa sîlehanGurminiya ezman jî zêde bûBaranê zorî dayêLi aliyekî qêrînLi aliyekî bêdengîDibe ku dîsa venegerin...

Ew kesên ku xizmên wan li herdu aliyên sînorhebûn çûnûhatina wan zêde bû. Her wiha çîrokênwan jî hebûn. Dewleta Tirk navê qeçaxçiyan li wankiribû. Kesên diçûn serdana xizmên xwe bûbûn qe-çaxçî. Di derengiya şevê de ew çûnûhatin çêdibûn.Dema diketin ser rê nedihat zanîn wê careke dinvegerin yan na. Telefon jî tinebûn ji bo tu agahiyê jiwan bigirî. Car caran ew kes li ser sînor ji aliyê ne-yarên xwe ve dihatin kuştin. Carinan jî seqetdiman. Lê kesî dev ji wê riyê berneda. Ji ber ku wandizanîbû ew ne li ser riyeke şaş in. Dema ku Dewletpê dihesiya ew kes dibûn firar. Vê carê jî ji wan redigotin firarê dewletê. Em bi wan çîrokan mezinbûn. Li welatê xwe em kiribûn qeçaxçî.

Veqetandin bûbû para mePiştre jî bêrîkirin.Em bûn mişextiyên hev.Şev jî bûbûn penaberên bêdeng.

Piştre jî mesela pasaportan derxistin. Ma mirovbi pasaportan diçe serdana Apê xwe. Kesên pasa-porta wan hebû dikarîbûn biçin serxetê an jî bin-xetê. Piştî wê jî serdanên cejnê çêkirin. Çavê me libenda wan rojên cejnê dima. Ew roj jî kin bûn. Tenêdu roj bûn. Ma hesreta salan wê çawa bi du rojanderbas bibûya.

Tu kêfxweşiya min bûyî di sibeha cejnan deWext jî bûbû demsala çavên teHer ku tu dihatî, di nava dilê te de difiriyam

Roj diçû ava, lê me nekarîbû biçin RojavaSal bi sal em hînî vê xerîbiyê kirin. Li bajar û we-

latê xwe em bûbûn biyanî. Jiyana li ber têlan bûbûkula dilê me. Kesekî ji derve dihat ecêbmayî dima ûdigot ev çi tişt e. Bawer nedikirin. Dilê wan têşiya ûvedigeriyan. Lê em her tim li ber wan têlan bûn.Me nedikarîbû biçin û ne jî dikarîbû vegerin. Demaku roj diçû ava ew têl derbas dikirin. Roj diçû ava, lême nekarîbû biçin Rojava.

Kêliyek din wê roj biçe avaXeyalên me wê sînoran derbas bikinEv der cih û warê bîranînan eCihê ku evîn û evîndêr bi destên hev digirtin.

Ew têlên rêsayî tim û tim xencerek bûn li ser dilême. Lewma jî her cara ku bêhna me teng dibû, meberê xwe dida ber têlan. Em li seranserê têlan di-meşiyan û dawiya wê nedihat. Heta ku xwîn neriji-yaba kesî bawer nedikir ew têl hene. Bimeş ûbimeş li têlan biqelibe...

Li ber wan têlan stêrkan şewq didaNe şiverê têra gavê min kirin,Ne jî rê têra rêwîtiya min kir...

Aslan Aslan

Stranekê bêje;

Bila li ser sînor be.

Helbestekê bixwîne;

Ji dilê qeçaxçiyan.

Kulîlkan bide hev;

Li ber têlan.

Agirekî pêxîne;

Di şeveke reş û tarî de.

Xewnekê bibîne;

Li ser qesra stêrka…

◗ Ew kesên ku xizmên wan li herdu aliyên sînor hebûn çûnûhatina wanzêde bû. Her wiha çîrokên wan jî hebûn. Dewleta Tirk navê qeçaxçiyan liwan kiribû. Kesên diçûn serdana xizmên xwe bûbûn qeçaxçî.

Têlên dilê me qelaştî

10

Di despêka dawiyê de navê xwe hil dabû. Serboriya, jiyînê ye,Wexta bêm, an!k bibe, peykerên peyvên min Xwe bidim, xwe bibim, şevbihurkên xerîbiyê, bayê bê deng,Zimanê xwe di sifreya şaristaniyê de gez dikim. Peyvên, hundirê xwe jî di ser hev de !nim,Neçar im, hundirê xwe bi dara guvîşê, diguvêşim,Dîsa bi palaskayê, di şike#eke pîr de çayekr tarî bi $fingê vedixwim, Rêwiyê rêya, xeyalan im ezDêmên xwe di ser çiyayan de diborînim, ma! çi ji min kêm e, esman ez im, xweda bibe, wextêndawerivandinê,Navê xwe Li rêka kê dikim, di hêviya çiyayan de Çiya koçbar nabin, hêvî didin, bi beza xezalan,Helbestvanekî, Dengbêjekî, ji veqetandina çiyayan, bi tehm dimîne, ew lênûsa li ser dinivsînim,qala min nake,Qala şevê bike,Şev,Kâbuseke dirêj e.

****HomerosBerê min ne li Misrê ye, ne li Smyrnayê û ne jî li navdeşt û xewna okyanusan, bang dike,Wezê navê mij û moranan bi navtenga xwe delinga xwe bi bilindahiya esmanan li vir bihêlim,barê pişta min barana şevê ye. Xapînok, derew, di paşguhên dinyayê de dihêlim, berî xwediyênmin li van deveran, li van çiyayan, bimrin, bi baruta $fingê, xwe diwes!nin, bi dara hejîrê, ney-nikeke bi dara hejîrê, bi dara çinarê çêdikin, Şevê di çiyayekî de diwes!nin, Saeta li ser destêmin ne Casio ye, $liyeke min di nav êgir de di rojeke Şemiyê de piçek dişewite,HomerosDi çerxerêya çiyayan deMarkeya pêlava min jî ne Adîdas e.Êşlikê qirmiçî bi çenteyên payîzê û bi xwe re dibim. Bê wan bê ger û geşta dirêj, çarberên, çiya-yan, wekî berî Bê wan awiran nadin.

****Homeros,Li ser bilindahiya kevirên tûjik, xezalên stewir, dîsa tenha dimînin, keviyên berfê şil dibin. PêdikeveÇiruskên firiyan, bê êgir xwe li ba nakin, $ kes deriyên çiyayan, vira xêz nake, vira xezalên stewirtenha nin.Xwe dihejînin.HomerosDi hundirê min de jinên kuş! hene bi biskên xwe bar dikirin. Pelaşên payîzan li ser êşa xwe giri-yan. Ev demsala kêjan rojê ye, bi bêjînga hişk, di bêndera evînê de li ber xaniyên, pencereyê renadim lorandin. Hinek xwediyên min mirin, hinek jî bi merama çiyayan ke$ne. bapirên bavêxwe di gola Xatunê de di hêviya biharê de nav û neviyên navika xwe Ji mêrga jor re Didim nav şovan,Ji dayikbun,Xembariya bi mat bibe, li ber avekî pêl û bi pêl biçe,Û mirina sar, bê tehm bê sicirandin, di çiyayên maziyan de min diwes!neViraKêzik, kereng, qirşik, tûzik, di cemaeta xwe de Ji kîse xweBila biçe,Di çiyayên xwe de bi eşqa stranekî xwe diwes!nim.HomerosLêva min di kaşê zagrosan de dicemide, di keviyên berfê de qeşa digre û tenha ye.Ti kes di xeyalê min de di berwarên hêviyê de bi şaneşîna qehweyan û di rondikên kêvjalan dexêz nake, awiran, agahdar nake. HomerosWexta çiya ber bi şevê ve biçinŞevên Tenê jî Esmanan agahdar nake,Bi kâbusekê Jê re Ne dûr in…

Enes YILDIZ

Homeros

11

Didîroka Kurdan de tim û tim berxwedanî dinava jiyana wan de wekî fêrbûnekî cih girtiye.

Lewma ji dîrokê jî mirov têdigihîje ku êriş û planênqirêj bi dawî nebûne. Ya rastî, bi avabûna netewe dew-letan re, Kurdan nedikarî şêwazên jiyîna xwe li gorîwan bi rêk û pêk bikin. Ji lewra, her tim bûn hedefa ne-tewe dewletan. Ji ber vê çendê jî her tim bi siyaseta sî-xuriyê û ya bişaftinê bi ser wan de çûne.

Her çend gelek raperîn û serhildanên ku ji dîrokê rebûne mal di Kurdistanê de hebin jî lê belê ji aliyê da-girkeran ve hatine perçiqandin û tepisandin. Ji lewra,Kurd ketin nava rewşeke ku êdî nikaribin kurdayetiyaxwe îfade bikin. Bi sedan gundên Kurdan hatin talan-kirin û rêya koçberiyê yan dan ber Kurdan, yan jî ew bidarê zorê koçber kirin. Vê yekê bi salan dewam kir.

Bi derketina Rêber Apo (Abdullah Ocalan) re, esasçarênûsa Kurdan guherî û dîroka Kurdan kete qona-xeke nû. Ji çar aliyên Kurdistanê Kurdan li kêlekaRêber Apo sekinîn û dilsoziya xwe raber kirin. Bi salênbi dûr û dirêjî li Sûrî xebatê perwerdehî û diplomasiyêbi destê Rêber Apo pêk hatin. Lê belê dewleta Tirk adagirker ku dijminê sereke yê Kurdan e, zexteke mezin

li ser hikûmeta Sûrî kir û kir ku ku Rêber Apo ji axa Sûrîderxîne. Heger ku dernexista, dewleta Tirk gef dixwa-rin ku yekser bi dagirkeriyê bikeve nav axa Sûrî. Li servî esasî Rêber Apo di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji we-latê Sûrî derket û bi vî awayî komploya 15’ê Sibata1999’an ya li dijî Rêber Apo ku bi dîlgirtineke li dijî hi-qûqa navneteweyî bi encam bû, destpê kir. Jixwe, biderketina Rêber Apo re di navbera dewleta Tirk û Sûrîde peymana Edeneyê jî hate mohrkirin ku tesîra wêhem li Sûrî wê zilm û zexteke dijwartir bûya û hem jîwê di encamê de gelek şoreşgerên Kurd jî bi destêdewleta Sûrî teslîmî dewleta Tirk bihatana kirin.

Ber bi şoreşê vePiştî van salên zilma dijwar li dijî Kurdên Rojavayê

Kurdistanê û Sûriyê di sala 2011’an de Sûrî kete navaaloziyeke mezin wekî aliyê Kurdan jî di nava vê aloziyêde wekî xeta sêyem beşdarî şoreşa Sûrî bû. Di 19’ê Tîr-meha 2012’an de şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat ragi-

handin. Ya rastî şoreşê bi rizgarkirina mekanên şên jirejîmê li Kobanê dest pê kir. Û êdî tevahiya xaka Ro-java kete rewşa şoreşê. Vê yekê jî hesabên dagirkerantêk birin. Ji ber ku karibin şoreşa Rojava ango BakurRojhilatê Sûrî têk bibin bi awayekî ne yekser êrişîhêzên Rojava kirin. Di destpêkê de xwestin bi rêya El-Nusrayê vê bikin, çawa şerê ji bo Serêkaniyê li bîraKurdan e. Piştre jî metirsiya herî mezin ya li ser mirova-hiyê DAIŞ ji bo vê hat bikaranîn. Di serî de dewletaTirk, gelek hêz û zirhêzan xwest vê şoreşê pûç bikinango jiyana ku bi Neteweya Demokratîk bi rêk û pêkbûyî, ji hev bixin, bifeşkilînin. Di nava pênc salan dehêzên YPG/YPJ/QSD li dijî DAIŞ’ê bi hevkariya Koalis-yona Navdewletî ku serkêşiya wê Dewletên Yekbûyîyên Emerîkayê (DYE) dike, tekoşîn meşandin. Ev yekheta şerê tinekirina terorê ya li Baxozê jî dewam kir.Heta niha jî bi hezaran girtiyên DAIŞ´î û malbatên wandi destê hêzên QSD’ê de ne û gelek şaneyên veşartî jîhîna plansaziyên zindîbûna xwe dikin.

Dîrokçeyeke bêbextiyê heta bi Şoreşa Rojava

Bager MORDEM▼ ◗ Qaşo rayedarên dewletan spasiya xwe pêşkêşî şervanên QSD’ê û gelêBakur Rojhilatê Sûrî dikirin. Li hemberî dagirkerina Efrînê helwêstêêrişê rawestînin û jiyana bi hezaran zarok, jin, kalûpîr û mirovan ewlebike, ti aliyên peywendîdar, zirhêzî nîşan neda.

Her çend gelê Bakur Rojhilatê Sûrî li hemberîDAIŞ´ê tekoşîneke dijwar meşand û mirovahî ji metir-siyekê parast jî gef û tehdîdên dewleta Tirk a dagirkerbi dawî nebûn. Pêşî dagirkeriya xwe ya qirker bi da-girkirina bajarê Efrînê ku bi dewlemendiyên xwe yênbinerd û sererd tê nasîn, birin serî. Ha ev yek jî bi çete-yên ji DAIŞ û El-Nusrayê kirin. Dîsa bi hezaran Kurd,Ereb, Ezîdî, Suryanî û tevahiya pêkhateyan hatin ne-çarkirin ku koçber bibin. Yanî ya hatî kirin ne tenê da-girkerî bû lê qirkirineke eşkere bû. Li hemberîdagirkerina Efrînê helwêstê êrişê rawestînin û jiyanabi hezaran zarok, jin, kalûpîr û mirovan ewle bike, tialiyên peywendîdar, zirhêzî nîşan neda. Qaşo rayeda-rên dewletan spasiya xwe pêşkêşî şervanên QSD’ê ûgelê Bakur Rojhilatê Sûrî dikirin. Lê di êrişa hovane yaTirkî de helwêsta pêwîst nîşan nedan. Di hemandemê de Rûsyayê ev pîlana dagirkeriyê erê kir. Bi vîrengî Rûsyayê weke zirhêzekê rûyê xwe yê qirêj ca-reke din nîşanî Kurdan kir.

Bêbextiya navneteweyî û sîlsîleyan xencerên bêbextiyê Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dît ku hel-

wêsteke ciddî tineye, pîlanên xwe yên dagirkirina te-vahiya axa Bakur Rojhilatê Sûrî amade kir. Qaşo binavê herêma ewle, esas qirkirina etnîk bi nexşeyan lipêşiya rayedarên tevahiya dewletan di platforma Ne-teweyên Yekbûyî (NY) de nîşan da, ji qirkirinê şermnekir û weke karekî baş be nîşan da. Hêzên koalis-yonê ku serkêşiya wê DYE dike, sozên mezin dabûnku nehêlin dewleta Tirk êrişî vê axê bike. Yanî wan di-zanîbû ku heger êrişêk ji aliyê dewleta Tirk ve çêbe,DAIŞ wê firsendê bibîne, keysa xwe lê bîne ku karibexwe zindî bike. Di 9’ê Cotmehê 2019’an de, di salve-gera destpêkirina bêbextiya li dijî Rêber Apo de dew-leta Tirk a dagirker û çeteyên ku ji bermahiyênEl-Nusra û DAIŞ’ê mabûn, êrişî axa Bakur RojhilatêSûrî ango Rojavayê Kurdistanê kir. Li pêş çavê teva-hiya mirovahiyê ku Rojavayê Kurdistanê xwe ji wan rekiribû mertal, êriş kir.

Ya rastî, peyameke pirr mezin di destpêkirina vêêrişê de hate dayîn. Ev peyam tenê bi têkbirina hêzaQSD’ê sînordar nebû. Vê peyamê careke din bi bîratevahiya Kurd û Kurdistaniyan xist ku dawî li kom-ploya navneteweyî, li wê bêbextiya navneteweyî ne-hatiye. Di pêvajoyekê de ku Rêber Apo formulênçarêseriyê ku pêşniyaz kiribûn û biryar-dariya xwe ji bo vê çendê raberkiribû, ev êriş pêk anîn. Ev jîbi erêkirina heman dew-letên ku dîlgirtinaRêber Apo jî erêkiri-bûn, pêk anîn. Wanxwest peyamekêbidin Kurdan: Tidostên Kurdan ti-neye. Careke dinev yek hate piş-trastkirin ku dema

mesele tê ser Kurdan, dewlet û aliyên dijberî hev, lihev dicivin, dibin yek. Destpêkirina komploya navne-teweyî li Rojavayê Kurdistanê bû, wan xwest dîsa liaxa Sûrî vê bêbextiyl zindî bikin. Esas, yek ji peyamaherî sereke ya vê êrişê jî ev bû.

Weke modela çareseriyê Jixwe, yekane rêya çarêseriyê bo aloziya Sûrî mo-

dela Neteweya Demokratîk li Bakur Rojhilatê Sûrî bihevgirtiya tevahiya pêkhateyan, heyatî bû. Di nava 9salên aloziya Sûrî de herêma herî ewle û ya ku karîbûtevahiya civakê di nava aramiyê de bi rêk û pêk bike ûmekanê jiyanê ji wan re ava bike, herêma Bakur Rojhi-latê Sûrî bû. Heta niha jî ne rejîma Baesê û ne jî qaşoopozîsyona Sûrî di tevahiya civînên navdewletî yên jibo çarêseriya aloziya Sûrî de nedikarîn gavekê ber biçareseriyê ve biavêjin. Lê belê li herêma Bakur Rojhi-latê Sûrî ev yek ne lê bû, ne lê ye. Bi destpêkirina şo-reşê re saziyên civakî yanî komîn, meclîs, şarêdarî ûRêveberiya Xweser xwe bi rêxistin kir. Civak bê ser ûber nema û jiyana rojane bi rêk û pêk meşiya. Jixwe,berdêlên ku di oxira tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de hatindayîn, hişt ku xwedîderketineke mezin li şoreşê çêbe.Li gelek welatan jî hem rayadarên hikûmetan û hem jîgelan piştgiriya herêma Bakur Rojhilatê Sûrî û pê re jîmodela Neteweya Demokratîk kir.

Ji ber ku civak bi hişmendiya Neteweya Demokra-tîk hate avakirin, hêza QSD’ê ku ji tevahiya pêkhate-yan e jî roj bi roj mezin û fireh bû. Deverên ku hatinrizgarkirin, ji Dêrikê heta Efrîn, Ji Til Koçer heta bi TilBerak, ji Reqa, Tebqa heta bi Minbic û Dêra Zorê, li qe-derê sîh ji sedê xaka Sûrî kete bin serweriya hêza es-kerî ya QSD’ê. Her cihê hate rizgarkirin, bi vêhişmendiyê hat rizgarkirin û perwerde kirin. Tevahiyapêkhate, dîn, mezheb û cudahiyan karî modela Nete-weya Demokratîk himbêz bikin. Di oxira wê de berdê-lên giran dan. Ji ber ku ev gel bi salan di bindesthilatdariya zexta rejîma Baesê de mabûn, yekserdi avakirina vê modelê de cihê xwe girtin. Êdî civakxwe bi xwe bi rê ve bir û bi rê ve dibe.

Esas, bi êrişan û dagirkeriyê, bi zincîra bêbextî ûkomployan a ku tê xwestin ew e ku civak xwe bixwe bi rê ve nebe, Kurd û hemû pêkhate li dijî hevher tim di nava nakokiyan de bin, hişmendiya ne-tewe dewletê li ser axa Kurdistanê serwer be, xwe-dîderketina li nasnameya Kurdî were tinekirin,

dewlemendiyên sererd û binerd werinmêhtin û civak bibe amûrek di nava

destê desthilatdaran de.

Li aliyekî komplo-ger li aliyê din dos-tên Kurdan

Ji bo ku modelaNeteweya Demokra-tîk ji gelên din renebe mînak, li he-rêma Rojhilata Navîn

alozî û qeyran her timhebin, siyaseta bişaftinê

bi ser bikevê, Kurd nebinhebûn, dewleta Tirk a dagir-

ker xwest pîlana dagirkeriyê liaxa Rojava cîhbicîh bike. Li serê

hemûyan DYE´yê bi serokatiya DonaldTrump, yekser êrişê dagirkeriyê erê kir. Likêleka wê Rûsyayê jî ev yek pejirand. Jiber ku tê zanîn, heger modela NeteweyaDemokratîk bi ser bikeve, alozî wê li Sûrîbi dawî bibe û şerên heyî bi rêberiya gelêKurd wê bi ser bikeve, wê demê hêzênhegemon yên wekî DYE û Rûsyayê nika-rin serweriyê li Rojhilata Navîn ava bikin.Ango Kapîtalîzm nikarê bigihê armanca

xwe. Ji bo ku karibin hevsengiya hêzê çêkin, ev êrişerê kirin. Di 9’ê Cotmehê de dewama komploya nav-neteweyî li Bakur Rojhilatê Sûrî hate destpêkirin.

Heger mirov bi awayekî cuda li vê êrişê binêre, di-bîne ku dostên Kurdan li gelek welatan hene. Bidestpêkirina êrişê re kombûneke mezin li derdoraêşên Kurdan çêbû. Gelan zextên mezin li ser rayada-rên welatên xwe kirin da ku çarêserî çêbe, û ew kari-bin li pêşiya êrişî bisekinin. Bêguman dihate zanînku heger ne hêza gel be ev êriş nasekine. Ji ber kuyên êriş dikin bermahiyên DAIŞ û El-Nusrayê bûn.Kurdan û hevkarên wan ên projeya Neteweya De-mokratîk bi destê xwe ev herdu hêzên tarî û çete bibin xistibûn. Ji lewra, li Kurdistanê û derveyî Kurdis-tanê her kesî dengê xwe li hemberî vê êrişa qirke-riyê bilind kir. Cara yekê li Konseya Ewlekariyê yaNetewên Yekbûyî di hundirê hefteyekî de du caranji bo Kurdan û li ser mijara dagirkeriya dewleta Tirkcivîn çêbûn. Dibe ku gelek bandor li ser dewleta Tirkçênekiribe, lê belê Kurd di cihanê de careke din bûnrojeva tevahiya siyaset û gelan.

Berxwedaneke efsanewî hate kirin û tê kirin. Ca-reke din hêza Kurdan li tevahiya cihanê deng veda.Careke din dayikên ku zarokên xwe di oxira paras-tina nirxên pîroz de dan bi serbilindahiyekê qîr kir ûzarokên xwe spartin axê. Vê berxwedanê hişt ku te-vahiya cihanê bi Kurdan re bibe yek û pişta wan bi-gire. Di heman demê de vê berxwedanê di serî deErdogan, Trump û Putîn, gelek desthilatdarên dew-letan xistin nav zexteke mezin. Ji lewra mecbûr manku daxuyaniyên wekî êriş rawestandinê bidin. Herçend li ser rûyê erdê êriş nesekinîbin jî berxwedanêhişt ku ev welatên hanê gelek hevkariyên xwe yênqirêj derxînin holê û bazarê li ser bikin. Ji bo ku kari-bin qirêjahiyên xwe veşêrin, Erdogan û hikûmeta wîmecbûr man ku hem li Trump û hem jî li Putînî guh-darî bikin, yanî serî li ber wan bitewînin. Jixwe bi vîrengî jî bû.

Wekî encam mirov dikare bibêje, ev êrişa ku çêbûû heta niha jî dewam dike, ne tene ji bo dagirkirinaparçeyekî ji axa Sûrî yan jî bicîhkirina penaberên liTirkiyê ye. Armanca sereke tinekirina modela Nete-weya Demokratîk e; ango têkbirina jiyana aram, yabi rêk û pêk e. Esas wan dixwest projeya Rêber Apobidin rawestandin. Lê belê gelên Rojavayê Kurdis-tanê û yên Bakur Rojhilatê Sûrî bi berxwedan, têko-şîn û sekna xwe diyar kir ku tenê modela NeteweyaDemokratîk dikare bibe çarêserî di aloziya RojhilataNavîn û azadiya Kurd û Kurdistaniyan de. Lê belêhîna jî pîlanên qirêj yên li ser herêmê û gelan bidawî nebûne. Her çend hêzên derve zimanê aşiti-yane bi kar tînin jî ya rastî ew e ku armanca hemûhêzan ew e ku modela Neteweya Demokratîk ji holêrakin, nehêlin ku projeya Neteweya Demokratîk biser keve. Ji ber vê çendê, divê xwedîderketina li Şo-reşa Bakur Rojhilatê Sûrî zêdetir bi pêş keve û astaberxwedanê bilindtir bibe.

Esas, bi êrişan a ku tê xwestin ew eku civak xwe bi xwe bi rê ve nebe,hişmendiya netewe dewletê li ser

axa Kurdistanê serwer be, xwedîder-ketina li nasnameya Kurdî were tine-

kirin û civak bibe amûrek di navadestê desthilatdaran de.

13

Sînor jixwe hercihî ûhergavî (omnip-resent) ye, lê di

romana Kurdî de û xasmaya Kurmanciyê de hercihî-tir û herdemîtir e, heta ma-nedartir û bêmanetir e.Gava Cemşîd Xan ê apêbêjer di romana "Apê minCemşîd xan ku bê hertim ew li ber xwe dibir" de, biber bê dikeve li jor di ser hema hema hemû sînorên dinava Kurdistanê re, sînorên hişk pêşî nerm, piştre sistdibin û di dawiyê de jî ji tevahiya maneyên beraqil têşûştin. Bextiyar Elî li şûna zelalî, diyarî û hişkiya sînor,deraqilî û dûraqiliya wî li jêr li bin me beloq dike; û ro-mana wî weke encama gotareke wêjeyê ne yên ku ewxet kişandine, lê yên ku ew xet di nava bedena wan rediçin, gunehbar dike. Pê re jî maneyeke nû, ya giran bijimaneyênberêşûştinê li sînor û tixûban bar dike.*

Ev hewldanek e, belkî xwe lê ceribandinek e û bi tiawayî ne tenê Bextiyar Elî vê dike. Di Xeyba** ŞenerOzmenî de em hewldaneke bêmanekirina sînor a ji vêû wêde jî dibînin: Sînor tê bêmanekirin û tinekirin lê divê tinekirinê de jinûveavakirineke xurt bi rêya firehki-rina mekanê sînor di navbera xeyal û rastiyê de heye ûev jinûveavakirin jî ya sînorekî ye ku ji yê behsa wandike û wêde mucered e, lê di heman demê de ji wan ûwêde wêrek, hişk û hestem e. Helbet ev herdu mînakçaxê bi sînor dadikevin, bi gotareke wêjeyî lomeyan lisînor digirin, sînorê di nava xwe de û algoriya sînorêndi nava Kurdistanê de jî xwe li herderî didin der. Sîno-rên dewletan jî hercihî û hergavî ne, yanî penaberiyaCemşîdî jî û bi balefiran çûnûhatina bêjerê Xeybê jî ditevahiya bêmanedarkirina xwe de wan hişk û stûr liber çavên xwîneran datînin û xwîner jî hew dizane,wan li ku bi cih bike; di wê sergêjiyê de jî em wan sîno-ran datînin cem sînorên tecrûbeyên xwe û wan yandişibînin hev yan jî ji hev wan sil dikin.

Lê gotara li ser sînor bi navê sînor jî di romana Kurdîde heye; beriya çendekê ji wî aliyê sînorekî gelekîzexm romanek bi navê "sînor"*** hat nivîsîn û derçû;Menaf Osman ê ku bi kurteçîrokên xwe ji hepsê li wê-jeya Kurmanciyê weke rengîniyekê zêde bû, xwe par liromana sînor ceriband û bi vênevê jî wî "sînor"a****Xurşîd Mîrzengî anî bîra min û gelek xwendekarên dinên Kurmanciyê. Yanî piştî bi 14 salan Menaf Osman embirin heman sînorî, rêwîtiyê li heman bajarî yanî Qa-mişloyê dest pê kir, û pirraniya herdu romanan jî dinava roj û şeva lêxistina sînorî de bihurî.

Li hin cihên van herdu romanan, mirov êdî bawerdikir, heman romanê bi du zimanên cihê dixwîne.Jixwe, bêjerê herdu romanan jî bi awayekî eşkerenîşan didan ku romannûs beramberî qehremanên ro-manê yên sereke xwedî empatiyeke ji hedan û wêdene. Ev jî mirov dikare bi hêsanî wisa terîf bike, herdu

romannûs jî xwedî tecrûbeyeke rastî ne ku elaqeyaxwe bi serpêhatiyên karakterên wan re hene û ji berwê jî ez ya xwe eşkere bibêjim, ji wan nehatiye ku me-safeyekê di navbera xwe û çîroka xwe ya sêwirandî dedaynin. Yanî wan nekariye sînorekî di navbera xwe ûxeyala xwe ya romanê de serketî daynin.

Li dijî sînorekî gelek sînorHa ev serneketîbûn, illeh romanê qels nake; lê illeh

qelsnekirin jî delîvekê ji qelsbûnê re vekirî dihêle kumirov dikare ji bo herdu romanan jî bibêje. Ez ê sere-sere behsa romana sînor a Menaf Osman bikim û paşêli ya sînorê Xurşîd Mîrzengî vegerim. Menaf Osman ko-meke endamên PKK´ê ku ji bo şerê gerîlayiyê wê der-basî bakurê Kurdistanê bibin, bi şitexalî û galgalên jiKurmanciya wî ya kurteçîrokên wî dûr û hinekî jî ji bervê tehmsar, li Qamişloyê dibe û tîne, heta ku bi haziri-yên berêkirî yîn cidî wan derbasî aliyê din bike. Sînorêdi navbera Nisêbîn û Qamişloyê de û xasma sînorê dinavbera deştê û çiyayê rizgarker de her li pêşiya xwî-ner e. Qaçaxçî, bawerî bihevanîn, tirsa ji xiyanetê jî jihêmanên sereke yên dialogên di romanê de ne. Li virhêja ye mirov bibêje, wî sînorên ecêb ên ku belkî xwedisipêrin tecrûbeyên nivîskarî bi xwe jî bi israr ji nû veava kirine. Û heta nivîskarî ev kiriye bi awayekî eşkerebi armanca tinekirina van sînoran bi xwe. Em behsa sî-norên di navbera civakên zimanî û civakê sosyalîzas-yonên cihê de dikin ku hemû li dora "doza Kurdistanê"gihiştine hev. Yekî Zaza, yekî Soran di nav Kurmancênmayî de timî jî bi van xisletên xwe yên zimanî û civakîdi diyalogan de hene û heta bi mirov hiseke wisa çê-dibe, weke ku nivîskar bi awayekî eklektîk ji bo biciha-nîna vê armanca xwe wî bi vî rengî ew di romana xwede bicihkirin.

Ji vê gotina dawî em berê xwe bidin romana sînor aXurşîd Mîrzengî; wî jî sînorên sosyalîzasyonên cihê biisrar û hişk ji nû ve ava kirine, lê ew sînorên zimanî yêndi navbera karakterên Menaf Osman de li cem wînînin. Li şûna wê Rizgo, ku "şoreşgerekî ji Diyarbekirê"ye, lazim û ne lazim, li her cihî pêşî dibêje ew ji Diyar-bekirê ye û paşê jî illeh aliyê wî yê çînî ku mamoste-tiyê ji xelkê re bike derdikeve pêş. Ew rewşenbîreke kuli her devera diçiyê fêr dike, weke mekîneyeke dîdak-tîkê ye. Axir sînor, qaçaxçî, têl, mayînên çandî, esker,panzêr şererekî dûvdirêj, gumanên cihê yên di demaxwe li sînorî xistinê û xwe gihandina çiyê û gundande, di vê romanê de jî pişta sereke ya sêwirandinê ne.Xurşîd Mîrzengî ji bilî çend şaşiyên bi navkirin û aliyanên piçûk diyar e ku deverê pirr baş nas dike, nexasim jîNisêbînê û gundên wê yên çolê û palên çiyê. MenafOsman di vir de ewqasî xurt nîne, lê ew jî gava behsaQamişlo dike bi heman jêhatîbûnî îsbat dike ku ewmekanê behsa wî dike baş nas dike. Sînorên XurşîdMîrzengî di navbera esker û Kurdan de, di navberaKurmancên gund û yên bajarî de, di navbera Mehelmî

û Kurmancan de, di navbera feqîr û dewlemendande ha ha xwe li nav dev û guhê mirov didin. Heta klîşe-yên bi kar tîne û ji Mehelmiyan avakirina dijminekî ka-tegorîk yê hevkarê dewleta Tirk pir zoq dibe. Wekî dinXurşîd Mîrzengî karakterên ji artêşa Tirkan jî di ro-mana xwe de kurt jî be û bi gelek klîşeyan jî be bi cihkirine ku ev jî li cem Menaf Osman nîne. Xemekemezin a Xurşîd Mîrzengî heye ku êşkenceya li xelkêhatî kirin jî nîşan bide û em vê xemê jî li cem MenafOsman nabînin.

Sînor û mirinDi herdu romana de jî endîşeya behskirina "doza

Kurdistanê", aqildayîn û bîrewerkirinê weke xema se-reke diyar e. Çawa min gotî ez ê bi bikaranîna ziman,meseleya redaktenekirinê ku cihê rexnekirinê ye, li virdanekevim, lê behsa du zimanên Xurşîd Mîrzengî jînekim, wê kêm bimîne. Xurşîd Mîrzengî di teswîrkirinêde xwe diêşîne û hewl dide qalibên Kurmanciyê xweşbi kar bîne, lê gava ku mesele dibin diyalogên siyasî,weke ku celtê bixwe, zimanê wî diguhere, rewanî pê renamîne: "... Hûn jî dizanin em ji vê cuntaya leşgerî re,´Cûntaya Faşîst´ dibêjin. Dema meriv li hatina vê Cûn-tayê hûr dibe, ev cûnta ji bona çepên tirkan, qaşo´anarşî´ nehatiye ser mîrî. Bi dev dibêjin: ´em ji bonaanarşî û terorîzmê hatine.´ Lê rastî ne wisa ye. ... Mex-sed û merama tirkan hişyarbûna li Kurdistanê, tirsawan a mezin, xortên kurd in. ..." (197-198)

Erê ji bo wî xortên Kurd in, jixwe jinê weke aktorekêdi romanê de hîç cih negirtiye. Menaf Osman bi xwedi nava karakterên sereke de cihekî fireh daye aktor-bûna jinê û belkî jî ev herdu romanên bi heman navî ûli heman sînorî û bi seyreke bûyeran ya ecêb dişibehev, herî zêde jî bi awira li dinyayê ya herdu nivîskaranji hev cihê dibin.

Belkî ne roman be, lê ez ê gotinên dawî ji çîrokaJiyar Cihanferd a bi navê "Diyariya mêjî, şerrên hertimîne"***** bihêlim, bila ew li şûna min bi bêjerê çîrokaxwe maneya sereke ya sînor ya di van herdu romanade xwîner herî zêde hîs dike bide gotin; û ew jî hev-manebûna sînor û mirinê yan jî qet nebe tirs û endî-şeya mirinê ne: "Tevî baranê jî me karê xwe meşand.Gava ku ez û Sefer bi hev re ji masîkomkirinê hatin,şopek ji wî nebû!! Winda bûbû. Gava ku em li wî geri-yan, me dît ku lehî carinan wî dibe bin avê û carinan jîtîne ser avê. Cenazeyê wî yê sar, sartir ji ava çemî, jisînor derbas bû."

* Bextiyar Elî. Apê min Cemşîd xan ku bê hertim ewli ber xwe dibir, 2015 Stenbol

** Şener Ozmen. Xeyb, 2017 Amed*** Menaf Osman. Sînor, 2018 Enqere**** Xurşîd Mîrzengî. Sînor, 2005 Stenbol***** Ji wergera ku nivîskarê çîrokê gihandî min a bi

Kurmancî ye.

● Sînorên dewletan jî hercihî û hergavî ne, yanî penaberiya Cemşîdî jî û bi ba-lefiran çûnûhatina bêjerê Xeybê jî di tevahiya bêmanedarkirina xwe de wanhişk û stûr li ber çavên xwîneran datînin û xwîner jî hew dizane, wan li ku bicih bike

● Xurşîd Mîrzengî di teswîrkirinê de xwe diêşîne û hewl dide qalibên Kurman-ciyê xweş bi kar bîne, lê gava ku mesele dibin diyalogên siyasî, weke ku celtêbixwe, zimanê wî diguhere, rewanî pê re namîne

Hercihî û hergavîbûna

Luqman GULDIVÊ

sînor di romanê de

14

Şairê Kurd, ŞikoyêHesen ji helbestênxwe wêdetir bi ji-

yana xwe ya trajîk di navKurdan de hate naskirin. Çî-roka wî ji aliyekî ve kir kunavê wî zû belav bibe dinav bazara Kurdî de lê ji ali-yekî din ve jî ji xeynî çendhelbestên wî bû sebeb ku şairtiya wî di trajediya ji-yana wî de asê bibe. Di vê nivîsê de, em ê berê xwebidin gotara 'welat’ a di helbestên Şiko de û pê re jîguherîn û veguherîna Şiko bi wextê re. Ger em bix-wazin resmeke seresere û giştî ya wêjeyî ya ŞikoyêHesen teswîr bikin, Şiko li gel helbestên xwe yênlîrîk û zarxweş li gorî şairên dîtir ên Kurdên Sovyetêyên nifşê xwe, bêtir bi şiîrên xwe propagandaya,Sovyetê kiriye û pê re jî bergiriya îdeoliya resmî adewletê. Nivîskar û helbestvan Rênas Jiyan, Şiko jîdi nav de ji bo rexneya zêde îdeolojîkbûna nivîskarû helbestvanên Kurdên Sovyetê dibêje, ''Rexneki-rina berhemekê ji çarçoveya pirtûka ku tê rexneki-rin zêdetir û wêdetir xwedî şaxên olî, dîrokî, derûnî,aborî û civakî ye. Berhemek ancax piştî hesabkirinaşaxên wê hemû dikare were famkirin û rexnekirin’’.Em ê jî li gel metnên Şikoyê Hesen berê xwe bidinzemîn û zemana maddî ya Şiko tê de û bi vî rengîbi kurtî be jî em ê qal bikin mefhûma 'welat' an jî biqewlê Şikoyê Hesen 'Weten' di her çar kitebên wîde ka bi roleke çawa rabûye her wiha çi mane lêhatine barkirin.

Çêtir e, kurt be jî em behsa şairê xwe bikin. Şi-koyê Hesen sala 1928´an li gundê Camûşvanabiçûk ê navçeya Axbaran a Ermenistanê tê dinê ûhê pênc salî ye bavê wî dimire. Apê wî Sofî, tevîbira û xwişka wî, wan mezin dike. Piştî Beşa Rojhi-latzaniyê li Zanîngeha Êrêvanê xelas dike, pêşî liAbxazyayê di dibistana Ermeniyan de mamoste-tiya zimanê Ermenîkî dike û 1959´an jî vedigereÊrêvanê û di radyoya Êrêvanê de di para Kurdî dewekî wergêr dixebite. Sala 1961’an jî di Akademiya

Zanistî ya Sankt Petersburgê de ji bo xwendina bi-lind tê qebulkirinê û sala 1965’an jî xwendina xweya bilind temam dike. Li ser şairtiya Şiko gelek go-tegot hene, di hin çavkaniyan de tê gotin, piştî mi-rina wî hin kesan helbestên wî kirine malên xwe ûli ser navê xwe belav kirine. Her wiha di saxtiya wîde jî xêrnexwaz hebûne û nehiştine şiirên wî bêneçapkirinê.

Kitêba wî ya ewilî: ’Qalçîçek’Kitêba Şikoyê Hesen a ewilîn 'Qalçîçek' e û di

sala 1961’an de li Êrêvanê çap bûye. Nivîskar Es-kerê Boyîk ji bo tesîra 'Qalçîçek' a hingî di nav ci-vaka Kurd de dibêje: 'QALÇÎÇEK wek kulîlkekehelbesta kurdî ya rengîn xuliqî bû. Helbestvanekîesil peyayî meydana edebyeta kurdî bûbû.''

Helbestên kitêbê li gorî temayên xwe dibin dupar; yek jê 'Wetenr’a ez-heyran' e, a din jî 'Hub-evîne dilê min' e. Ango mirov dikare bêje 'Weten' jibo Şiko ne tenê motîfek an jî metoforeke seresereye ku pê helbestên xwe bixemillîne, bileks divêhelbest wî bixemilîne. Ger em ji bergeha 'Weten'bixwazin awireke li 'Qalçîçek' bidin, divê em bêjinku têde 'Weten' erdên Sovyetê ne. Motîvên Kurdî jîdi nav vê 'Weten'ê de hêmeyên folklorîk û kulturîne, bermayiyên ji bîra bav û kalan e. Her wiha ji bobergîriya 'Weten' jî divê 'Partîa' jî timî xurt be ûdivê çi milet be jî xêrxwazê wê be. Di balada wî yaGulnaz û Keleş de ku evîna keç û xortekî ye, Keleş jibo 'Weten', tev eskerê sor dikeve Berlînê û dibexemla sîngê Wetanê wan ê sor. Gulnaza ku li bendaKeleş e, bi miraza xwe şa nabe û encax dikare li sertirba Keleş bibe mêvan. Her wiha ji bo lehengiyapeykerên datînin li orta gund û li ser peykerê jî di-nivîse

''Keleşê mêrxas, ewledê Kurda,Boy Wetan şer kir û serê xwe da…''Mirov dikare bêje ku esas di helbestên pêşî yên

Şiko de 'Weten' û dewlet hema hema eynî tişt in ûKurdayayetî jî hê polîtîze nebûye, parçe û rengekî ji'Weten' e. Lê di pirtûkên wî ên dîtir de mefhûma

'Weten' êdî Kurdistan jî dihewîne û wate û motîvênnû lê tên barkirin.

Lê mirov nikare bêje di 'Qalçîçek' de Şiko xwetenê li sînorên Sovyetê asê kiriye, ne bi qasî 'Weten'be jî hevalbendiya 'welat’ê xelqê jî kiriye. Di hel-besta xwe ya ''Dûrxin destêd xwe ji welatêd ereba''bang li 'Înglîs, Emrkan' dike da ku vegerin malênxwe û ji wan dipirse;

''Wî alî okyana boy çi hatin hûn?Fen û fêled we buhurîn û çûn,Hûn dizê niftê, dizê me’zîtê,Nefta ereba pozê were bê,’’Her wiha salên Şiko wan helbestan nivisîne li Ab-

xazyayê di mekteba Ermeniyan de (1954-1957)dersdarî dikir. Ji 'Abxazîa' re jî helbestek dinivîse ûjê re dibêje:

''Ez-heyrana bedewîya te,Tu-xudana dem û dezgah,’’

de gotara ’Weten' Di 'Weten'ê Şiko de, bê’Partîa' nabe û ala wî'sor' e, heta Kurd jî

divê ji bo silametî û xi-lasiya wî bibin 'şehîd'jî. Mirov dikare bêje,Kurdbûn li gel Şiko jinasnameyeke siyasî

wêdetir nasnameyekekulturî ye û li gorî me-calê xwe di nav sîno-rên edebî û siyasî ya’Weten’ de cih daye

Kurdistanê jî.

Di helbestên Şikoyê Hesen

ÎBRAHÎM BULAK

'Tembûrê Kurda’Kitêba Şiko a duyemîn 'Tembûrê Kurda’ ye û di

sala 1965’an de li Êrêvanê çap bûye. Li gorî zemîn ûzeman ew kitêb ji du hêlan ve girîng e, yek jê di vansalan de (1961-1965) Şiko li Akademîya Zanistî yaSankt Peterburgê ya Enstîtûya Rojhilatnasî ya Aka-demîya Zanistî, Beşê Kurdnasîyê dixwîne û xelasdike loma li gorî kitêba wî ya ewil zêdetir dêhna wîli ser Kurdan, wêje û zimanê wan e. Her wiha hingî liBaşûr Şoreşa Îlonê (1961-1970) dest pê kiribû, vê jîkir ku vê carê ne behsa ’welatêd Ereb' bike û behsaKurdistanê bike:

''Navê Barzanî ku dibhêm timcar,Dilê min dibe gulistan, bihar,Zanim Kurdistan wê e’se çêbe,Altindarya kurd ez dikim bawer…’’

Lê dîsa di vê kitêbê de jî 'Weten’ erdên Sovêt e û jiLênîngradê (Navê wê yê niha Sankt Petersburg) di-bêje:

''Ser erşa jî bimînim dûr,Tê min germkî wek roja nûr,Tu Wetenê zor Sovêtyê,Tuy kana bext û şadyê…’’

Her wiha saya Lênîngrad şoreşa miletên din jî nasdike:

''Boy zanînê ez hatim vir, ez bûm bengîêulmê tey nûr,Ser kîjanî bengîê dinya û berbi te tênJi qulbê dûr;berbi te tên Vîetnam û Çîn, kurdê vira,e’rebî zeng,Fars û hebeş, fîn, îndonêz û mêrxasêKûba navdeng;’’

'Meremê Dilê Kurd'Di kitêba wî a sisiyan 'Meremê Dilê Kurd' de cihê

'Kurdistan' hê beloqtir û darîçavtir e û ji hewara wê

re dixwaze bibe dengek''Kurdistanê heware…Xûn dikişe mîna çem,Kurdistanê heware!..Me dil derdê, kul û xem…’’

Di helbestên xwe yên 'Çev li roja xweş’, 'KilamaPêşmerge', 'Kurdistan Dişewite', 'Lûrî-lûrî' de jî behsaşerê Kurdan a hingî dike, fîgurên Kurdan jî çi wêjeyî(Ehmedê Xanî, Feqî, Cizîrî) çi tarîxî (Rustem Zal, Êz-dînşer, Şêx Mehmûd) di helbestên wî de cih digirin.

Digel ku Kurdistan di vê kitêbê de diyardeke xurte jî dîsa ’Weten' erdên Sovyet e, ji bo silametiya wê jîbergiriya ’Partîa' divê.

Şiko di vê kitêbê û ên dîtir de jî dibe ku ji bo qe-dirdan û balkişandana wî be ’Weten’ wekî ku navekîtaybet be, herfa wî a pêşin timî mezin nivisiye. Lêyekser 'Weten’ ne tenê erdê Sovyetê ye, gava behsa'Weten’ê Kurmancekî dike jî bi vî rengî dinivîse:

''Siltan Hemdî gote kurmanc: - Min standye we text û tac,Hûn hîştine bêxwey-xudan,Bê dewlet, be exlîyar û baş.

Kurmanc go: ''Em heta saxin, Ber siltana qe danaxun,Emê rokê e’se rabin.Ser kelê te Weten raxin…’’

Şiko di helbesta xwe 'Eskerê sor û pîredêke kurd'ku helbest bi xwe wekî çîrok hatiye hûnandin,behsa rasthatina 'Eskerê Sor' û 'pîredêkê Kurd' dike.Di vê rasthatinê de pîra Kurd çawa çav bi eskerê Sordikeve bi dilekî xweş wan pêşwazî dike û di ber re jîpaşxana bîra pîrê em dibînin. Pîrê ji eskerê Ûris regotiye:

''- Eskerê ûris, hûn- mera bira,Me xilas sikin ji derd û kula…

Em heyrê we ne, em we ra gîhand,Romê, daşnaka koka me qeland…’’ Piştre eskerê Lenîn jê re behsa Lenîn û sistema wî

kiriye. Lê di vir de li gel 'Romê' Şiko bi îmajeke pirxerab behsa 'Daşnaka' dike. Bi peyvên wekî ''dijmin,xunxur, ziravqetî'' vê dixe dijminê şoreşê, li wan têxezebê. Nakokiyên Daşnak û Sovyetê aliyekî, li gelKurdan mirov dikare bêje 'Daşnak' bi hevalbendiyaxwe Xoybûnê tê nasîn ku li Çiyayê Agiriyê serhil-dana Kurdan bi rê ve biribû. Ger em ji bîra politîk aKurdan li partiya Ermeniyan ’Daşnak' mêze bikin, ligel Kurdan îmajeke wê ya pozîtîf heye. Lê Şiko ji berku ji bergeh û bîra li Sovyetan mêze kiriye ne bi bîraneteweyî ya Kurdan, bi îmajeke pir xerab wê teswîrkiriye. Ger di helbestên wî de ’Weten’ê esas Kurdis-tan bûya, dibe ku ne ewqas bi xerabî behsa 'Daşnak'bike. Loma jî divê hesabê zemîn û zeman madî aŞiko tê de, bike û li gorî vê yekê form û motîfênKurdî binirxîne.

Perwezê WetenKitêba wî ya çaran û dawiyê 'Perwezê Weten' piştî

mirina wî di sala 1977’an de li Êrêvanê tê çapkirin.Jixwe wekî ji navê kitêbê kifş e, cihê wekî her'Weten' qewîn e. Helbestên wî 'Weten', 'Edlayî', 'Per-weza Weten', ’Şêwristan', 'Ermenistan', 'Gurcistan','Êrêvan', ’Tilbîs' behsa xweşî, bedewî û bipêşketina’Weten' dike.

Ji bo Şiko xilasiya Şêwristanê xilasiya Kurdistanêye jî. Di helbesta xwe 'Şêwristan’ de’ ji bo Siyabendû Kurdên fena wî ku li Berlînê li dijî Hîtlerê şer kirinedibêje:

''Wan da fitil û wan da çerx Kurdistana bindeste, Ser zarê Kurd ew bû çîrok, ew bû lêgend û das-

tan…’’

Li şûna encamêŞikoyê Hesen hîç Kurdistan neditiye û her wiha bi

qasî em dizanin pê re jî pêwendiyeke wî ya siyasîçênebûye. Gotara wî ya Kurdistanê xwe dispêre bîra’cih û warê bav û kalan’ û pê re jî xwendina wî ûrewşa siyasî ya hingî ya Kurdistanê. Ger em miqaye-seke biçûk bikin di navbera wî û nivîskarên ji ekolaHawarê de, em ê bibînin ku berê nivîskarên Hawarêtimî li Welat’ bûye ku wir terikandine, û hêviya ve-gerê jî timî di dilê wan de ye. 'Welat’ê wan, xwedanalek e, sînorên wî terîtoryal kifş in, heta serê xwe bicografya û etnografyayê jî êşandine. Lê di 'Weten'êŞiko de, bê ’Partîa' nabe û ala wî 'sor' e, heta Kurd jîdivê ji bo silametî û xilasiya wî bibin 'şehîd' jî. Mirovdikare bêje, Kurdbûn li gel Şiko ji nasnameyeke si-yasî wêdetir nasnameyeke kulturî ye û li gorî me-calê xwe di nav sînorên edebî û siyasî ya ’Weten’ decih daye Kurdistanê jî. Ger 'Weten' Kurdistan jî be, ligel xwestek û hêviyên serkeftina Kurdan û Kurdis-tanê, nimandina wî çendî fîgur û motîvê nasyonalîbihewîne jî, otantîk û romantîk in.

Çavkanî:Şikoyê Hesen, Qalçîçek, Neşrxana Aypêtrat, 1961,

ÊrêvanŞikoyê Hesen, Tembûrê Kurda, Neşîreta Hayastan,

1965, Êrêvan Şikoyê Hesen, Meremê Dilê Kurd, Neşîreta Hayas-

tan,1971, ÊrêvanŞikoyê Hesen, Perwezê Weten, Neşîreta Sovêta-

kan Grogi 1977, ÊrêvanEskerê Boyîk, Nûra Elegezê- Çend dîdem ji edeb-

yeta Kurdên Ermenistanê, Weşangeha Dengê Êzîdi-yan, 2004, Oldenburg

Rênas Jiyan, Wêjeya Kurmancî- Pênûsên Çardeh-derb, Weşanxane Belkî, 2015, Amed

Dilawer Zeraq, Bêjera Neteweparêz di Kovara Ha-warê de, Weşanên Lîs, 2018, Amed

15

◗ Digel ku Kurdistan di vê kitêbê de diyardeke xurt e jî dîsa ’Weten' erdênSovyet e, ji bo silametiya wê jî bergiriya ’Partîa' divê. Şiko di vê kitêbêû ên dîtir de jî dibe ku ji bo qedirdan û balkişandana wî be ’Weten’wekî ku navekî taybet be, herfa wî a pêşin timî mezin nivisiye.

Ji bo çi te axa welatê me çirandiye,ev çi dîlan e,ev çi dem e,xwe li bejna Kobana şîrîn,li bejna xuşka min daye hev,bi neynokên tûr çirandin çav û dev,lê can reş kiriye weke tariya şev,jê diniqute xwîna sor hey bêbext sînor,kî ye welatê me kir parçe,ji parçeyekî kire didu,ji diduyan kire çar,

Qumîtan Dayê Kewser

Ji Êrîvanê Çiyayê Agirî